Bi dirûşmiya “Ber bi kongreya nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê ve”, komxebata 8`emîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Qamişloyê li salona Zana hat lidarxistin.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, û komxebat di nav de ev mijar bûn: Ji bo mîsogeriya hemwelatîbûn û mafên hemû pêkhateyên li Sûriyeke yekbûyî, xurtkirina beşdarbûna saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina Rêveberiyên Xweser û rêveberiyên sivîl.
130 kesên ji nûnerên êl, partî, hêzên siyasî, Encûmena Niştimanî ya Kurdî, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, rewşenbîr, hiqûqnas û kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bûn.
Komxebat ji aliyê seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, endamên Meclisa Serokatiyê Canda Mihemed û Elî Rehmon û serokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm ve tê birêvebirin.
Komxebat dê li ser du mijaran were dabeşkirin; gotûbêjên Sûrî-Sûrî û di nav de diyalogên bi hêzên muxalîf û hikumeta Şamê re û diyalogên kurdî-kurdî û bandora wan li ser çareseriya siyasî.
Mijara duyemîn jî dê der barê têkiliyên dîrokî di navbera gelên herêmê, rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser de û çawaniya pêşketina karên saziyan di Rêveberiya Xweser de be.
MSD`ê heman komxebat li Hesekê, Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê jî û îro li Qamişlo li dar xistin.