ManşêtNûçe

Ji bo derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê”, wê 26`ê Mijdarê kampanyayekê bê destpêkirin

Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê ji bo derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê”, wê 26`ê Mijdarê li gorî demjimêra Amedê saet 20:00`an û demjimêra Brukselê di saet 18.00’an de li tevayî Daxuyaniya Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê wiha ye:

“Gelê Kurd, li ser Kurdistana ku hatiye çar parçekirin bi sedan salane bi rêbazên hovane, tê talankirin, wêrankirin, qetilkirin û çewisandin. Gelê Kurd ê qedîm ku bi deh hezaran mirov ji dest dane, mafê wan yê jiyanê ji destê wan tê girtin.

Statûya wan ya siyasî û civakî nayê naskirin. Lê belê gelê Kurd jî weke hemû gelên din yên cîhanê heye û ji bo parastinê û azadiya xwe neçar dimîne têkoşînê bike

Ji ber vê çendê jî PKK, encama vê têkoşîna gel a rewa û hatî pejirandine. PKK`ê navê serhildana li dijî tunekirin û tune hesibandinêye, her wiha nasnameya hebûna gelê Kurd e.

Di serî de dewleta Tirk a faşîst û hêzên dagirker yên herêm û cîhanê, bi salan ev rasti nepejirandin, her wiha ji bo PKK’ê weke tevgerek ya sûc nîşan bidin hemû rê û rêbaz ceribandin.

Di kesayeta PKK’ê de li dijî gelê Kurd bûne hevkar û pêkhênerên komployê. Ji sala 1993’an û vir ve bi bêhiqûqiyeke dîrokî PKK`ê xistin lîsteya rêxistinên terorê. Ev nayê pejirandin. PKK`ê  rewşa rêxistinkirî ya gelê Kurd e. Ji bo gelên cîhanê ji belaya terorîstên DAIŞ’ê rizgar bibe, PKK`ê xwe ji çi bedelan neda paş. Ji ber vê PKK`ê tevgereke azadiyê ye, enternasyonalîst e û cîhanî ye.

Ji bo em vê rastiyê hêj bêhtir qîr bikin û dawî li neheqiya li ser gelê Kurd tê meşandin bînin, roja 26’ê Mijdarê li gorî demjimêra Amedê 20.00 û demjimêra Brukselê 18.00’an de li tevayî Platformên Medya Dijîtal de em kampanyayekê didin destpê kirin.

Werin em hemû bi hev re dawî li vê neheqiyê bînin. Em hemû bi hev re azadiyê, demokrasiyê, dadê û yekgirtina birûmet a gelan biparêzin.”

Platformên Medya Dijîtal kampanyayekê dide destpêkirin.

ANHA

Back to top button