ÇalakîManşêtNûçeyên Lezgîn

Îro roja xwedî liderketina Efrîne

Li bajarê Qamişlo meşeke girseyî ji bo dagirkirina Efrîn doh hat li darxistin bi sedan kes tevlî vê meşê bûn, bi silogana bijî berxwedana Efrîn meş berdewam kir meş ji çerxerêya Sewamih destpêkir heta Mala Gel ya Enteriyê, li wêderê bi deqek rêzgirtin destpêkir piştre hevserokê Desteya Rêveberiyê li kantona Cezîrê Ebdul kerîm Sarûxan axivî û got: em despêkê bejna xwe li himber hemî şehîdên azadiyê ditewînin û berxwedana gelê Efrîn û gelê Rojava bi temamî em pîroz deikin herwiha di vê roja pîroz de gelê ku ji bo pisgiraka xwe li ser piyaye gelekî pîroze hêjaye ku hemî gav jêre werin avêtin, birastî bisgirêka me li Bakurê sûriyê bi temamî heman demê pisgirêka Sûrî bigiştî yê di serîde bûye asteng di çareseriya wêde Dewleta Turkiye. Dewleta Turk ya dagirker ne cara yekeme ku derbasî xaka me dibe lê di heman wextê di dîrokê de nas kiriye ji dema Osmaniya heta roja îro dîrokekî xwîn mij dîrokekî di qetil amade derbas dike dîrokekî qirkirina gela bixwere aniye ji gelê Suriyanî û Ermenî destpê bike û heta roja îro gelê Kurd di qirkirinê de derbas dike ji ber Dewletekî mîna Dewleta Turk encex berdewamiya xwe di xwînmijiyê de di kuştinê de hetanî karibe dewam bike îro roj heger hinek kes dibêjin Dewleta Turk ji bo Kurdan hatiye ne raste ne ji bo Kurdan tenê hatiye kurd beşek ji hatina wêye ew jî sedemike ji sed sedemê ku hatiya degirkeriya xaka me kiriye, lê em weke gelê Bakurê Suriyê bi hemû pêkhatiyê xwe Kurd, Ereb, Suriyan, Turkman, Ermen, Çerkes û Çaçan gelê me bi tevahî îro ziyana û metirsî dibîne ji hatina Dewleta Turk dagir kirina Cerablosê xaka Sûrî xistiye bin destê xwede çend sal derbas bibûn di bin dagirkeriya wêde maye Lîwa Eskenderon di 36 an de kiriye bin destê xwede û heta niha di bin dagirkirina wêde maye Elbab, Ezaz, Efrîn, ne tenê Efrîn mijara me ger Efrîn tenê ba wê Kurd tenê li kolana bana lê ema gelê Sûrî bi tevahî îro jî bazar li ser gelê Sûrî tên kirin ne tenê Sûrî hetanî Başûrê kurdistanê 15 Km derbasî herêma Başûrê Kurdistan bûye êdî di wê herêmê de riya çêdike ew herêm kiriye bin destê xwede, ev dewletik dagirkere, xwînmije, komkojiya ji miletare çê dike li ser wêjî xwe avadike û jiyan dike, anha jî dibêjin ku wê hilbijartinê li Bakurê Sûrî ji bo Serok komartiya wan berî hilbijartina rewşik ewarte îlan kiriye di van hilbijartina de kesê demokratî xwaz hemû avêtin zindanê êdî çi hêvî wê ji dewletik wisa derkeve, berxwedaniya me li Efrîn berdewame rojane berxwedana me meztir dibe em xwedî şoreşeke demokratin xwedî şoreşekî ku me karîbû bi hezarên insana li derdorê xwe kom bikin û bi hezaran Şehîdan ji bo wê me da, ji ber wêjî hemî pêkhateyên ku hene Kurd, Ereb, Suriyan û çerkes, Aşûr, Turikman û tildan her kesê ku heye bi yek nasnameya xweyî Surî û bi netewa xwe yak u pê tê naskirin li beranberî dagirkeriya ku îro li ser Sûrî tê kirin hema wextê li ser herêmê bi giştî dixwazin vê dagirkeriyê bikin heta ku bighêjin Mûsil, Heleb êdî bighêjin sînorê gelê Ereba bi tevahî, emê bi hemî hêza xwe beranberî vê siyasetê bisekinin bi hemû imkanî emê şer bikin heta ku em karibin tola Şehîdên xwe heqê gelê xwenî demokratî xwaz û aştî xwaz em misoger bikin heta ku em karibin Rêberê vê şoreşê Rêberê tekoşîna sedê sala Rêber APO ji nav çar dîwara azad bikin.
Meş bi vî awaî hat bi dawî kirin.

Qamişlo (1) Qamişlo (2) Qamişlo (3) Qamişlo (4) Qamişlo (5) Qamişlo (7)

Back to top button