ManşêtNûçe

Îranê ceza li rojnamegerên ku kuştina Jîna Emînî ragihandin birî

Dadgeha Bilind a Îranê, biryara xwe ya der barê 2 rojnamegerên bi navê Elahe Mohammadî û Nîlufer Hemedî di 16’ê Îlona 2022’yan de kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên ehlaqê ve ragihandibûn de aşkera kir.

Li gorî biryarê bi sûcdariya “hevkariya bi Emerîkayê re” 6 sal, bi sûcdariya “li dijî ewlehiya neteweyî” 5 sal û bi sûcdariya “rêvebirinê” jî salek cezayê girtîgehê li Mohammadî hatiye birîn. Her wiha bi angaşta “hevkariya bi Amerîkayê re” û “li dijî ewlehiya neteweyî”5 sal û bi sûcdariya “propagandaya li dijî Komara Îslamî” jî salek cezayê girtîgehê li Hemedî jî hatiye birîn.

Back to top button