Însiyatîfa “Nûn ji bo Azadiya Ocalan” hate destpêkirin
Însiyatîfa “Nûn ji bo Azadiya Ocalan” bi armanca nasandina fikrê rêber Abdullah Ocalan, belavkirina fikr û felsefeya wî, nasandina têkoşîna wî ya ji bo piştgiriya gelên bindest û mafên wan ê diyarkirina çarenûsê û ji bo parastina pêkhate û nasnameyên çandî, etnîkî û bawerî, hate destpêkirin.
Di civîna çapemeniyê de endama Însiyatîfê Sebah Şiêb daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Em jinên aktîvîst ên herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dixwazin piştgiriya kesê bi fikrê xwe parastina hemû jinan kir, bikin. Piştî 23`ê salan ji dîlgirtina desthilata Tirk ji serokê Kurd Abdullah Ocalan re ku bi hevkariya dewletên zilhêz û li gorî planeke komploger a dewletên navneteweyî bû, bi binçavkirin û girtinê bi dawî bû. Ev tecrîda neheq ya li ser hatiye ferzkirin tenê ji ber ku piştgiriya gelê bindest û jinên herêmê û cîhanê kir, da ku ji mirovahiyê re ewlehî û aramiyê mîsoger bike, tê meşandin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: “Bi destên Lubnanî, Filistînî, Iraqî, Lîbyayî, Yemenî, Sûrî, Misirî û Sûdanî me gavên yekemîn ên însiyatîfa xw diavêjin. Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan, însiyatîfa komeke jinên aktîvîst û hiquqnasên ji hemû welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye.”
Ev însiyatîf bi armanca pêkanîna serbestberdana rêberê enternasyonalîst Abdullah Ocalan e, her wiha da ku fikrê wî were nasandin û belavkirin.
Ji kar û xebatên vê însiyatîfê, bi hemû rêbazên siyasî, qanûnî û zanistî û çapemeniyê kiryarên dermirovî û derqanûnî yên dewleta Tirk a dagirker red bike û hewl bide bi hemû awayan sûc û binpêkirinên qanûnên navneteweyî ku hikumeta Tirk li ser îmze kiriye, eşkere bike.
Li aliyekî din jî ew ê zextê li ser rêxistin, sazî û aliyên navneteweyî yên peywendîdar ên hiqûqî û siyasî bike, da ku têkildarî vê doza edilane bêdeng nemînin û bi rola xwe rabin. Pê re jî parastina mafên girtiyên siyasî û rêber Abdullah ocalan bi taybet bikin.
Ji vir em destekê didin hemû komele û rêxistin û kesayetên jinan û dibêjin, bi hev re em li dijî tevgerên zalim yekitiyekê ava bikin û dîlgirtina zanyarê enternasyonalîst rêber Abdullah Ocalan ji karê me yê sereke be. Li ser vê em bang li dadgeha mafên mirovan a Ewropa û CPT dikin ku vê doze di ber çavan re derbas bike û binpêkirinan eşkere bike.
Azadî ji rêber Abdullah Ocalan re.”
ANHA