ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Çi qasî jin serbixwe bin ew qasî jî azad in

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di rûniştina duyemîn a Kongreya Tecrûbeyên Tevegerên Jinan de axivî.

Îlham Ehmed bal kişand ser têkoşîna jinan û got: “Dîroka me ya têkoşîna ji salên 80’î ve ye. Ev têkoşîn di dema hebûna PKK’ê ya li Sûriyeyê de xurtir bû. PKK’ê girîngiyeke mezin da jinan. Li ser vî bingehê me ji sala 2011’an ve dest bi bo rêxistinkirin jinên Kurd û jinên pêkhateyên din kir.”

Îlham Ehmed bi bîr xist ku Şoreşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê  bi şoreşê jinan tê naskirin û wiha domand: “Lê ev nayê wateya ku şoreşê ji bo azadkirina jinan tenê ye an jî jin tenê cihê xwe di nava şoreşê de digirin. Lê şoreşê bi pêşengiya jinan e dest pê kir û mezin dibe ku mîna gogeke ji tevahî beşên civakê û tevahî qadên jiyanê digire nava xwe. Li ser vî esasê şoreşa jinan şoreşeke çandî ye ku enerjiya veşartî ya ligel jinan derdixe hole. Şoreş  bi têgehên rizgariyê tê pêşxistin da ku bikeve xizmeta jin, civak û ekolojiyayê.”

‘DIVÊ SÛD JI EZMÛNÊN JINÊNÊ DI CIVAKÊN DIN DE BÊ GIRTIN’

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê anî ziman ku şoreşa jinan li ser astan; rêxistinî, xweserî û azadî pêk hat û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Di aliyê rêxistinî de sûd ji ders û ezmûnên berê yên jinên di gelek civakan de hat girtin. Wekî jinên Kurd me dît ku beriya her tiştî pêwîstî bi rêxistinkirina jinan heye. Nabe jin bêyî rêxistinê hemû enerjiya xwe ji bo îsbatkirina xwe di qadên kar û têkoşînê de xerç bike, nemamze ku jin her tim di bin rehma mêr de hatibû hiştin ku parstina wê û xwedîkirina wê ji mêr dihat xwest. Lê vê carê  diviya bû ku jin bi nêrîneke din li mijara parastin û xwedîkirinê bihiziriya. Li ser vê yekê me di tevahî sazî, rêxistin û tevgerên gel de rêxistina jinan a xweser ava kir. Me bi domdarî hewl da bala jinan bikişînin ser mijara rêxistinî, da ku tu jin bêrêxistin nemîne. Me komele, yekitî, komîte, rêxistin, meclis ên bi navên cûda û xebatên cûda ava kirin. Rêxistinên ciwanan jî hene. Her wiha komîteyên perwerdeyê hene. Komîteyên ku bi jîngeh, aborî û şaredariyan  veeleqedar dibin hene. Di heman demê de komîteyên çareserkirina pirsgirêkên tevahî beşên civakê wekî zarok, kesên bi temen û yên astengdar hene. Komîteyên çandî jî hene ku ji bo pêşxistina çanda demokratîk û ya zayendî di civakê de kar dikin.”

Îlham Ehmed îşaret bi rêxistinbûna jinan di warê parastinê de jî kir û got: “Rêxistinkirina jinan di warê parastinê de yek ji pêwîstiyên sereke yên jiyanî ye.  Hiştina erka parastina jinan bo saziyên ewlehiyê yên ku bi mejiyê mêrê serdest tê birêvebirin, bi xwe felaketeke mezin e. Ezmûnên me yên dewlemend di warê parastinê de di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de derketin holê. Avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêwîstiyek bû. YPJ’ê di qadên şer de û di çarçoveya têgeha xweparastinê de, xwe îsbat kir.”

Îlham Emed bal kişand ser ezmûnên jinên Şengalê  û ezmûna jinan a di dema berxwedana Kobanê de û got: “Li Şengalê jin ne rêxistinkirî bûn û alavên wan ên xweparastinê tune bûn, ji ber vê yekê komkujî li ser wan hatin kirin, hatin koçberkirin, dîl hatin girtin û êrişên zayendî li ser wan hatin kirin. Lê di şerê li Kobanê de jinan tirs xistin dilê DAIŞ’ê û wan têk birin.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li ser sîstema hevserokatiyê ya di projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî nirxandin kir “Li gel me, di tevahî saziyên rêveberî û civakî de sîstema hevserokatiyê heye. Me dît ku divê temsîla jin û mêran di saziyan de wekhev be. Jin nîvê civakê ye û nîvê din jî xwedî dike. Ev jî tê wateya ku jin nûnertiya  tevahî civakê dike, lew ra divê temsîla jinan di hemû navendên biryarê de hebe. ”

Îlham Ehmed di dewama nirxandinên xwe de got: ” Taybetmendiya nîv serbixwe, yek ji taybetmendiyên sîstema konfederal e, ku alternatîfa sîstema desthilatdar e. Ev yek mafê jinan ê hilbijartinan mîsoger dike. Taybetmendiya nîv serbixwe tê wateya ku jin bi tena xwe tevahî pirsgirêkên xwe çareser bike, bêyî ku xwe bispêre mêr. Ji bo vê yekê tê xwest ku jin karîn û derfetên xwe pêş bixin. Têgeha wekheviyê ku bi dirêjahî behsa wê têkirin, di cewherê xwe de wê taweya wekheviya di rakirina berpirsyariyan, xebitandinan karînên fikrî û rêveberiyê de, her wiha tê wateya beşdarbûna wekhev di navendên biryarê de. ”

Îlham Ehmed anî ziman ku sîstema hevserokatiyê mîsogeriya pêkanîna têgeha nîv xweseriyê ye û bi pêkanîna vê sîstemê êdî zehmet e mêr bi tena xwe biryaran têkildarî jiyanê û civakê bide. Her wiha got, beşdarbûna jinan di van birayran de dê feraset û tevahî teşeyên pêkanîna biryarê biguherîne.

‘ÇI QASÎ JIN XWESER BIN, EW QASÎ JÎ AZAD IN’

Îlham Ehmed her wiha got: “Pênaseya azadiyê jî her tim xwedî gelek alî ye û li gorî xeta ku li ser wê tê karkirin e. Eger em temaşe bikin em ê bibînin ku di ol û felsefeyê de rêgezên hevbeş hene, ji ber vê yekê em dibêjin, mafê mirovan heye azadiya xwe bi dest bixe û mafên xwe yên rewa pêk bîne. Jin xwedî maf in. Lê bi teqez azadî û zanebûn bi hev ve girêdayî ne.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku jinên ku di warê aborî de xwe spartine xwe jinên herî serbixwe ne û got: “Siyasetên li hemberî jinan têne meşandin gelek in, lê jin xwedî hêz û bandor in ku li ber bayê xurt naşkên. Biryara jinan di destên jinan de ye.  Çi qasî jin serbixwe bin ew qasî jî azad in.”

ANHA

Back to top button