ManşêtNûçe

Îbrahîm Şêxo: Tirkiyeyê Efrîn kiriye navenda bikaranîna hişbirê

Li Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên qetilkirin, revandin, destdirêjî, talankirin, ferzkirina xeracê û birîna daran bênavber didomînin. Her wiha madeyên hişbir tên çêkirin, bikaranîn û belavkirin.

Têkildarî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, hiqûqnas û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Şêxo diyar kir şênî li beramberî mayîna li malên xwe dolaran didin. Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî 10 welatiyên gundê Hesê (Mîrkan) yê Mabata li beramberî ku li malên xwe bimînin, navbera 500 û hezar dolar dane. Şêxo got: “Çeteyên dagirker li du 2 malbatên ji gundê Hêkiçê her yekî hezar û 500 dolar ferz kirin, piştre ew ji malên wan derxistin.”

Îbrahîm Şêxo bal kişand şerê çeteyan, bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir jî û got: Piraniya kesên ku van karan dikin, artêşa nîştimanî ya sûrî an jî desthilata girêdayî dewleat Tirk a dagirker e. Bi vê yekê Efrîn kirin navenda bikaranîna hişbirê ku di encamê de sûcên li dijî zarokan jî têne kirin û 3 zarokan hatin tecawizkirin.

Şêxo da zanîn ku dagirker êşa nexweşên penceşêrê zêdetir dikin. Şêxo li ser zimanê çavkaniyên xwecih ragihand ku di navbera 200 heta 300 kesî bi penceşêrê ketine, ji sedî 65 jin û zarokan in. Her wiha diyar kir ku dagirker tedawiyê pêşkêşî nexweşên penceşêrê nakin.

QUTKIRINA AVÊ

Şêxo anî ziman ku ava vexwarinê ya bendava Meydankê jî hatiye qutkirin û diyar kir ku dagirkeran li şûna ku berê herkîna ava bendavê bidin Efrînê û navçeyên wê, berê wê daye herêmên dagirkirî û Tirkiyeyê. Li gorî çavkaniyan, li Efrînê ava vexwarinê ji stêran tê kirîn.

Îbrahîm Şêxo bêdengiya hêzên navneteweyî û hiqûqî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî vê malbatê û tevahî xelkê Efrînê şermezar kir.

Back to top button