ÇalakîManşêtNûçePYD

Partiya me şehîd Îsa Hiso bi bîr tîne

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD salvegera 10’emîn şehadeta Îsa Hiso bibî anî, bi beşdarbûna malbata şehîd, rêveberiyên partiyê û rêveberên di Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê de li gorîstana şehîd Delîl Saroxan li Qamişlo.

Merasîmê bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan piştre hevserokê têkiliyên giştî di Partiya Yekîtiya Demokrat de Sîhanok Dîbo axivî û hemû şehîdên azadî û rûmetê bi bîr anî. Îşaret bi meznahiya şehadetê kir di şoreşa Rojava de.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku rê heval şehîd Îsa Hiso jiyana xwe da tevgera azadiya kurdistanê û têkoşîna ji bo demokrasiyê heta gihaşt asta şehadetê, riya şehîd Îsa Hiso tijî helwestên qehremanî bû ji ber vê yekê bû pêşeng û rêberek ji rêberên partiyê û tevgera azadiyê.

Di dawiya axaftina xwe de Sîhanok Dîbo tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin li ser riya şehîdan heta bighêjin armancên xwe û armancên gelên ku hewil didin bighêjin azadî û demokrasiyê.

Ji aliyê xwe ve hevserokê meclisa rêvebir ya Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî tê de got: Bi vê boneyê em tevahiya şehîdên rûmet û azadiyê bi bîr tînin, dema ku em behsa têkoşîna Rojava dikin û di Tevgera Azadiya Kurdistanê de em şehîd Îsa Hiso bi bîr tînin ji ber rola wî ya tijî bi têkoşîn.

Telet Yûnis tekez kir: Destkeftiyên ku hatin bi dest xistin bi saya xwîn û fedekariya bi hezaran şehîdan bû.

Back to top button