DaxuyanîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

HRE li Şera û Şêrawa 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên di 19 û 20 Gulanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate ragihandin ku li navçeyên Şera û Şêrawa li hember çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakî hatine lidarxistin û di wan çalakiyan de 9 çete hatine kuştin û herî kêm 5 çete jî birîndar bûne. HRE’yê diyar kir ku wan hejmareke çekan jî desteser kiriye.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê,  hêzên me bi 2 çalakiyan 9 çete kuştin.

  1. Di 19’ê Gulanê de hêzên me çalakiyek li hember girekî koma çete ya bi navê Cebha El-Şamiyê ya li gundê Meş’elê yê girêdayî navçeya Şera li dar xist. Di encamê de şer di navbera şervanên me û çeteyan de rû da. Bi qasî ku hate tekezkirin, 8 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha hêzên me 2 AK-47, 1 BKC, 1 dûrbîna şevê, 2 rext û 6 jarjor desteser kirin.
  2. Di 20’ê Gulanê de hêzên me çalakiyek li hember barageheke koma çete ya bi navê Ehrar el-Şerqiye li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa li dar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

ANHA

Back to top button