ÇalakîManşêtNûçe

Jinên Tebqayê: Em ê li ber xwe bidin heta rizgarkirina hemû xakên dagirkirî

Rêveberiya Jinan a Tebqayê li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li herêmê û lêkirina dîwarê parçekirinê xwepêşandanek li dar xist, tê de bi dehan jinên bajêr amade bûn.

Di xwepêşandanê de gelek jinên beşdar ji ANHA`yê re axivîn, di nav de hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hind El-Elî, hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê Şeze El-Mihemed, cîgira seroka Komîteya Jinan a Tebqayê Weid Mihemed û endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Zehra El-Hemadê û welatiya bi navê Sefaa El-Ehmed.

Jinan dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê û bêdengiya navneteweyî bi tundî şermezar kirin û diyar kir ku li hember parçekirina Sûriyê, bêdengî tê wateya ku ew jî şirîk in.

Her wiha jinan der barê çavberdanên Erdogan di xaka Sûriyê de destnîşan kir ku hewl dide serdema Osmaniyan vejîne û senaryoya Lîwaa Iskenderon li Efrînê dubare bike, di heman demê de teqez kirin ku ew ê ji Erdogan re bibe xeyal û dê berxwedana wan bidome.

Jinan tekez kir ku ew ê heta rizgarkirina hemû xakên dagirkirî li ber xwe bidin û dîwarê parçekirinê hilweşînin.

ANHA

 

Back to top button