ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

HRE: Li Ezaz û Mareyê çalakî li dar xistin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê, hêzên me bi du çalakiyan çeteyên Tirk ên li herêma Ezaz û Mareyê kirin armanc.

Di 24`ê Îlonê de hêzên me li dijî hewldanên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên çêkirina çeperan li derdora gundê Kefer Kelbîn ê girêdayî herêma Ezazê çalakiyek li dar xistin. Di encamê de alaveke leşkerî ya çêkirina çeperan hat rûxandin.

Di heman dîrokê de hêzên me bi çalakiyeke sekvaniyê komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare kirin armanc, di çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

Di navbera 23-24’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên bi çekên hewan û obus li ser herêmên sivîlan ên li gundên navçeya Şera Merenaz, Malikiyê; gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawa, her wiha gundên herêma Şehba Herbil, Şêx îsa, bendava Semûqa berfireh kirin, di topbaranê de ziyanên madî gihîştin mal û zeviyên gundiyan.”

ANHA

Back to top button