ManşêtNûçe

Federasyona Birîndaran 8’ê Adarê pîroz kir

Sibê 8`ê Adarê ye, anku Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi vê boneyê, Federasyona Birîndaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyamek da.

Federasyona Birîndaran 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û da zanîn ku divê hemû jin bi hev re li dijberî zîhniyeta dewlet û hişmendiya zilaman, bi rengê xwe têkoşîna xwe bidomînin.

Federasyonê di berdewama peyama xwe de got: “Rojek nîn e em agahiya ku jin tên tecawizkirin, zewicandina temenbiçûk, kuştin, an jî jin bi xwe xwe intîhar dikin, nabihîzin. Ev jî bingeha xwe ji pergala netewedewlet a zilam digire. ji ber di dewletê de an jin wê li gorî zilam tev bigere dengê xwe neke an dema dengê xwe bike wê were girtin. Mînaka herî ber bi çav dewleta dagirker Tirkiyê jinên ku temsiliyeta civak û nasnama xwe dikin, bi girtinê dixwazin çareser bikin, jin nayê parastin kesên vî sûcî dikin rihet tê berdan, ji ber ku piştî wê dewlet heye.”

Federasyona Birîndaran diyar kir ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa jinê dest pê kir, dewlata Tirk û hevalbendên wê ev hezm nekirin û êriş birin ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hin axên din dagir kirin û wiha dewam kir: “YPJ bû sembola hemû jinan. Ev jî vîna jinê derdixe derve. Çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin li her qada civakî û leşkerî xwe birêxistin dike, tu kes nikare vîna wê bişkîne.”

Federasyona Birîndaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku gireva birçîbûnê bi hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ didome ew ê bi hemû hêza xwe tev li hemleyê bibin.

Federasyona Birîndaran di dawiya peyama xwe de 8`ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan, li dayîk û hevjînên şehîdan pîroz kir.

ANHA

Back to top button