ManşêtNûçe

Parlamentera HDP’ê: Tecrîd çavkaniya bêedaletiyê ye 

Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan nirxand.

Koçyîgît bal kişand ser lêgerîna tazîkirî, lêdan, heqaret, sermijartina li ser piyan, tecrîd, şert û mercên giran ên karantînayê, astengkirina çûyîna nexweşxaneyê, nedana xwarina têrker ku kiryarên li girtîgehên dewleta Tirk e û got, “Ji dema destpêkirina şewbê ve destûra hevdîtina rû bi rû nayê dayin. Mehê du caran ew jî tenê bi du kesan hevdîtina girtî tê kirin. Wezareta Edaletê daxuyaniyê nade ku hevdîtina bi hev re wê kengî karibe bê kirin. Desthilatdariya heyî, kongreya xwe li salonên tijî mirov çêdike, lê belê girtîgehên ku şert û merc lê gelekî giran e bi mejiyê ‘kampa komkirinê’ bi rê ve dibe.”

‘SÎSTEMEKE KU CAREKE DIN NIKARIBIN JÊ DERKEVIN AVA DIKE’

Koçyîgît bi bîr xist, ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ji bo wê yekê ye; ku dawî li tecrîda li ser Ocalan bê anîn, derfetên hevdîtinê bên afirandin, dawî li binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan bê anîn û sîstemeke ku li rûmeta mirovahiyê bê were avakirin.

Koçyîgît bal kişand ser betalkirina cezayê hatiye kişandin û got, “Mirov cezayên xwe dikişînin, lê tam li ber derketinê rêveberiya girtîgehê bi hincetên ku poşman nebûye, înfaza cezayên mirovan betal dike. AKP sîstemeke welê dixwaze ava bike ku dema mirovek kete girtîgehê nikaribe careke din jê derkeve.”

‘DESTÛREKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK JÊ NAYÊ’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser nîqaşên têkildarî ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan’ û destûra bingehîn a nû û işaret bi karakterê desthilatdariyê kir.

Koçyîgît got, “Desthilatdariya ku destûra bingehîn a heyî ji nedîtî ve tê, qanûnan bi cih nîne, jê nayê ku destûreke bingehîn a azadîparêz û demokratîk ava bike.”

‘TECRÎD ÇAVKANIYA BÊEDALETIYÊ YE’

Koçyîgît di mijara edaletê de bal kişand ser sîstema bêedalet a topyekûn û got, “Ev yek herî zêde bandorê li girtîgehan dike, bandorê li mirovên aştîxwaz dike, bandorê li mirovên dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin dike. Bandora herî giran jî li Birêz Ocalan dike ku dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Hewl didin gotina ‘Bila pirsgirêka Kurd bi rêyê aştiyane bê çareserkirin’ binixumînin. Em meseleya Îmraliyê ji naveroka giştî cuda nabînin. Parçeyek ji bêedaletiya giştî ye, lê belê tecrîd çavkaniya bingehîn a bêedaletiyê ye. Heta ku dawî li bêhiqûqî û bêedaletiya li Îmraliyê neyê anîn, heta ku tecrîd bi dawî nebe, kes nikare qala wekhevî, azadî û edaletê li vî welatî bike.”

ANF

Back to top button