ManşêtNûçe

Eyşe Hiso: Hikumetên Iraq û herêma Kurdistanê berpirsên êrişên Tirkiyê li dijî erdnîgariya başûr û Iraqê ne

Wargeha Mexmûr (Şehîd Rustem Cûdî) ya li başûrê Kurdistanê dem demê rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker tê. Herî dawîn balafirên dewleta Tirk di 15`ê Nîsanê de wargeh kirin hedef. Di encamê de sê jinan jiyana xwe ji dest dan.

Di salên nodî de dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê kir. Gund şewitandin, şênî îşkence kirin û dan koçberkirin. Niha 12 hezar ji şêniyên wan gundan di wargeha Mexmûrê de dimînin.

Desthilatên Iraqê û piraniya hêzên kurdistanî nerazîbûnên xwe ji êrişên dewleta Tirk rave kirin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku di van şertan de, li gel xeteriyên li dijî mirovahiyê ji ber belavbûna Koronavîrusê, dewleta Tirk hovîtiya xwe ya li dijî kurdan eşkere dike.

Eyşe wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema ku cîhan tedbîran li dijî Koronavîrusê digirin, balafirên dewleta Tirk êrişî wargehê dikin. Ev şerm e û ji bo tevahiya dewletên cîhanê jî rûreşî ye. Di dema ku Koronavîrus li cîhanê belav dibe, dewleta Tirk faşîzma xwe eşkere dike û êrişî herêm û bajarên Kurdan dike.”

Eyşe bal kişand ser bangawaziyên NY û hêzên navneteweyî  yên ji bo ragihandina agirbestek cîhanî û wiha dewam kir: “Rexmî vî jî dewleta Tirk li aliyekî êrişên xwe yên hovane li dijî herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê jî didomîne, li aliyê din jî di 15`ê Nîsanê de bi balafirên xwe êrişî wargeha Mexmurê kir. Ji xwe ev bi mehane mexmûe di nav ambargoyek tengav û xeteriyê de ye.”

Desthilatên “Partiya Demokratîk a Kurdistanê” di 18`ê Tîrmeha 2019`an de piştî kuştina cîgirê qonsolê Tirk li başûrê Kurdistanê bi rojekê, dorpêçeke tengav li ser kampê ferz kiribûn. Eyşe bang li desthilatên PDK-Iraqê kir ku dorpêçê rakin û li hember êrişên Tirkiyê jî bêdeng nemînin.

Eyşe, êrişa dewleta Tirk a li ser wargehê bi êrişek hovane wesifand û got: “Ev êriş isbat dikin ku dewleta Tirk  faşîzma xwe û pêkanîna komkujiyan li dijî gelê Kurd berdewam dike.”

Eyşe diyar kir ku NY û hêzên cîhanî berpirsên êrişên dewleta Tirk ên li dijî wargeha Mexmur û sûcên li dijî gelê Kurdin û got: “Li şûna Tirkiye derî li pêşiya belavbûna Koronavîrusê di nav gelê xwe de bigire, êrişî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk mijulbûna cîhanî ya li dijî Koronavîrusê bi kar tîne, êrişîn xwe yên li ser  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma başûrê Kurdistanê didomîne. Armanca wan ewe ku ajande û projeyên xwe yên dagirkerî pêk bîne.”

Eyşe bang li aliyên têkildarî dosyaya Sûriyê û herêma Kurdistanê kir ku li hember van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Eyşe Hiso îşaret pê kir ku pêwîst e rêxistinên navdewletî yên banga agirbestê kirine êrişên Tirkiyê rawestînin.

Têkildarî helwesta hikumeta Iraqê ji êrişên dewleta Tirk ên dawîn hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Eyşe Hiso got: “Ev helwest têrê nake. Hikumetên Iraq û herêma Kurdistanê berpirsên êrişên dewleta Tirk li dijî erdnîgariya başûr û Iraqê ne.”

Eyşe bang li hikumeta Iraqê kir ku asmanê xwe li firîna balafirên şer ên Tirkiyê bigire.

ANHA

Back to top button