ManşêtNûçe

Erîfa Bekir: Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan ji bo mirovahiya şermek e

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, sûcên herî hovane li dijî jinan pêk tînin ku tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dikin.

Têkildarî vê mijarê endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Erîfa Bekir ji ajansa ANHA’yê re axivî û got: Ji sûcên  dewleta Tirk ên li dijî jinan re êdî bes e.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Erîfa Bekir wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin, jinan ji bo bigihêjin vê qonaxê gelek berdêl dan û bi hezaran şehîdên jin hene, bi armanca têkbirina tecrûbeya jinan a ku li Sûriyê û Rojhilata Navîn bûye nimune, bi hemû rêbazan êrîş li wan hate kirin. Li ser vê yekê jinên pêşeng mîna Hevrîn Xelef, yadê Eqîde, Zehra Berkel û têkoşerên din ên azadiyê kirin armanc.”

Erîfa Bekir di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û wiha pê de çû:”Armanc ji van sûcan şikandina vîna jin û gelan e, di heman demê de şikandina moralên gel da ku teslîm bibe û jinan vegerînin wekî beriya 5 hezar salan.”

Erîfa Bekir wiha lê zêde kir: “Ez jî ji Efrînê me û peywendiyên min bi xizmên min ên li wir re hene. Xizmên min piştrast kirin ku rojane li dijî jinan tundî tê meşandin, jin tên revandin, girtin û tecawizkirin, di heman demê de zorê li şêniyan dikin ku keçên xwe yên biçûk bidin zewicandin û dema red dikin bi zorê wan dibin.”

Erîfa Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêşberî çavên cîhanê sûcan pêk tîne û ev yek li gotina xwe zêde kir: “Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan ji bo mirovahiya şermek e, kesên xwedî wijdan vê yekê ranakin. Dewleta Tirk zarokan qetil dike û mafên jinan bin pê dike, wê demê kanîn rêxisitnên mafên mirovan, çima em dengên wan nabihîzin? Bi hezaran jin û zarokê ji bajarên xwe koçber bûn û niha jî li kampan zor û zehmetiyan dikişînin.”

Erîfa Bekir da zanîn ku wan bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê kirin da ku destwerdanê bikin, dawî li dagirkeriyê bînin, jinan ji artêşa Tirk û çeteyên wê biparêzin, lê bangên wan nayên guhdarkirin û got: “Ji sûcên  dewleta Tirk ên li dijî jinan re êdî bes e, heta kengî em ê berdîlên kina Tirkiyê ya li hemberî kurdan bidin.”

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Erîfa Bekir di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan û hemberî hemû cûreyên tundiyê serî hildin û serhildana xwe bi  “Berxwedan Jiyan e ” bi nav bikin.

Back to top button