Çeteyên dewleta Tirk gefa derxistina şêniyên Efrînê ya bi darê zorê xwarin.
Malpera Afrîn Post ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên xwe gef li şêniyên Şêrawayê xwarin ku ji malê xwe derkevin.
Çeteyan her wiha erdên çandinyê yên gundê Zerga û Kêla birîn û şêniyan bi suxre di bin destehilatdariya xwe de bi kar tînin.
Li gorî heman çavkaniyê, erebeyên ku van erdan çot dikin jî, yek pereyî nadin wan.