Konferansa Çaremîn ya Yekîtiya Parêzeran din bin drûşmeya”Peyama parêzeriyê bicihkirina zagonan û parastina mafan û pêkanîna dadmendiya civakî ye” li hola Beylesan li navçeya Amûdê hat li dar xistin, di der barê de konferansê de hevserokê hevbeş ê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD yê parêzer Enwer Muslim di gotinekê de axivî û wiha got:”Divê em rûmeta saziya Parêzeran biparêzin bi hemû awayên wê bêyî ku em wê aciz bikin di her şert û mercan de”.
Enwer di der barê gotina xwe de îşaret pê kir ku karê parêzeran piştgiriya bindestan û lawazane û tekez kir li ser pêkbûna bi pîşeya parêzeriyê di gotin û kirinê de.
Enwer Muslim wiha lê zêde kir: “Divê em kar bikin ji bo siyaseta hikûmeta Partiya Edalet û Pêşveçûnê eşkere bikin di herêmên me yên dagirkirî”, her wiha destnîşan kir li ser siyaseta ku dewleta Tirkiyeyê pêk tîne li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ji sûcan û binpêkirinan û guhertina demografîk der heqê şêniyên Efrîn û Serê kaniyê û Girê Sipî.
Enwer Muslim bal kişand li ser pêwistiya kar bikin ji bo muhasebekirina rêjîma Tirkî li ser sûcên wî li gorî pîvanên navdewletî yên mafên mirovan.