ManşêtNûçe

Şandeyek ji rêxistinên civaka sivîl serdana PYD kir

Hevsrokê hevbeş ê Partiya Yekîtiya Demokrat Enwer Muslim, û hevserokê hevbeş yên buroya têkiliyan Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osman, roja pêncşemê pêşwaziya şandeyek ji hêzên civaka sivîl a Kurdistanî, rêxistina civaka sivîl, kordînasyona Rojavayê Kurdistanê kirin, şande ji birêz Mihemed Xelîl Eyûb, Hisên Yûsif, Ebdul Rehman Colo, Nayîf Şêxî, Behrî Hemo û Hiznî Welat Şêro pêk hat, li navenda Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Qamişlo.

Di desrdanê de nîqaşên berfireh û danûstendina nirînan hat kirin di pêşketinên dawî yên siyasî li Rojava/ Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha helwestên navdewletî ji doza Kurdî, û dewleta Tirk ya dagirker li ser deskeftiyên gelên me û pêwistiya li hember vî dijimnî bisekinin û parastina deskeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê.

Di çarçoveya geşdanên dawî li ser diyaloga Kurdî- Kurdî nîqş hat kirin, her du aliyan nirînên hevbeş diyar kirin ji bo pêwistiya piştgiriya hevdîtinan di navbera Partiyên Yeîtiya Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Nitimanî Kurdî bi armanca yekbûna refa û helwesta Kurdî li Rojava di vê qonaxa hesas ji jiyana gelê me, hat piştrast kirin li ser ku cudabûna Îdyolojî di navbera aliyên Kurdî divê nebe pirsgirêk li pêşiya yekbûna helwetsa siyasî ya kurdî li Rojava di siya armancên hevbeş xizmeta ji gelê me yî kurdî û doza wî li Sûriyeyê.

Her wiha di hevdîtinê de rewşa koçberan û penaberên kurd li Efrîn û Serêkaniyê û Girê Sipî  axivîn, ji ber dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê ji van herêman ji Rojava, û îşaret hat kirin ku ev rêbazê êrîşkar û hov adeta faşîzma Tirkiyeyê ye ku berê jî 5000 gudên kurdî valakir ji bakurê Kurdistanê û miletê wê koçber kir ji erd û malên wan.

Hevdîtinê piştrsat kir ku helwesta navdewletî û welatên kolonyalîst ên dîrokî û pêwistiya xebata kurdî ya hevbeş ji bo bidawî kirina peyamam Lozanê, û ev pêknayê ji bilî bi hevgirtina kurdî û xebata siyasî û diblomasî û bi hemû riyên din yên mumkin heta pêkanîna berjewendî û armancên gelên me û parastina deskeftiyên şoreşa Rojava ji her tehdîdan.

Hevdîtin bi piştraskirina her du aliyan li ser pêwistiya çalakirina rêxistinên civaka sivîl û xurtkirina rola wê û domandina hevdîtinan û nîqaşan yên ku amûr û bandorên xebata hevbeş pêşdixin.

Back to top button