ManşêtNûçe

‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’

siyasetmedarên ku piştgirî dan grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, diyar kirin ku hiqûqa li Îmraliyê di meriyetê de hiqûqa mêtingeriyê ye û ji bo vê yekê jî piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê.
Endamê MYK’a Partiya Şoreşger Enes Ugur Tekîn ku grev dewr kir têkildarî çalakiyê wiha got: “Me xwest piştevaniyê bidin gelê kurd. Weke sosyalîstekî tirkiyeyî, em vê pêvajoyê wiha dinirxînin; qedereke hevpar a şoreşa Tirkiye û Kurdistanê heye. Tam jî ji ber vê sedemê em hewl didin piştevaniyeke jidil bidin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Lewma em tev li greva birçîbûnê bûn. Ev demekî dirêje em wisa difikirin ku polîtîkaya li dijî gelê kurd tê meşandin, bi gotineke rasttir hiqûqa li dijî gelê kurd hiqûqa mêtingeriyê ye. Bandora şerê mêtingeriyê yê li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin e.”
‘KOMARA TECRÎDÊ’
Tekîn, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: “Tirkiye veguheriye komara tecrîdê. Karker û kedkarên tirkiyeyî di tecrîdê de ne û pirsgirêkên ku ev şerê mêtingeriyê diafirîne her roj dijîn. Weke kirdeya têkoşîna karker û kedkarên tirkiyeyî ya li dijî îktîdarê, em jî bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de bin. Bi kurt û kurmancî li Îmraliyê hiqûqa li Îmraliyê, hiqûqa mêtingeriyê ye. Li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin. Hiqûqa navxweyî û navneteweyî binpê dikin û hiqûqa mêtingeriyê xistine meriyetê. Rewşa girtî ya rêbertiya gelê kurd û pêşengên wan ên siyasetên demokratîk wiha dinirxînin. Li gorî me em bi têkoşîneke yekgirtî dikarin vê rewşê ji holê rakin.”
‘DIVÊ XWEDÎDERKETIN HEBE’
Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Ayşenûr Dîlan Karademîr jî diyar kir ku şikandina tecrîda li Îmraliyê, şikandina tecrîda ku bandorê li wan jî dike, ji bo azadiya Kurdistanê û ji bo qelskirina stratejiya şer a li Kurdistanê tê meşandin ketine greva birçîbûnê. Karademîr, wiha domand: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û hevalên me yên girtî li dijî vê li ber xwe didin. Divê tevahiya gelê kurd û rêhevalên me li her deverê xwedî lê derkevin. Ev pêvajoya li girtîgehan dest pê kirî girîng e û heke em xwedî lê derkevin û dengê xwe derxînin, em ê bi ser kevin.
Rêveberê DEM Partiya Çankayayê Mert Omer Beyoglû jî anî ziman ku xwestin bi vê çalakiyê piştgiriyê bidin rêhevalên xwe.  Beyoglû, diyar kir ku pirsgirêk êdî veguherîne girêkekê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev 40 sal in li Tirkiyeyê şer heye. Divê ev şer bi dawî bibe û aştiyeke mayînde çêbibe. Hinek daxwazên girtiyên şoreşger hene. Em jî ji bo piştgiriya bi van daxwazan re bi qasî ji dest tê piştevaniyê dikin.
Back to top button