ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Em bêdeng bibin zarokên me wê bimirin

Li Amedê Dayikên Laçik Spî ji bo dengê zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bilind bikin, ev 20 rojin tevî hemû astengiyên polîsan diçin Parka Koşuyolu û bang li hikûmetê û hêzên muxalif dikin ku gavan bavêjin. Yek ji van dayika girtiyan jî Rabia Ataş e. Ataş a her roj diçe qatê, sedema çalakiyê wiha vegot: “Ger ku em bêdeng bibin wê zarokên me li girtîgehan bimirin.”

Li Parka Koşuyolu ya Amedê 20 rojin tevî hemû dorpêç û astengiya polîsan dayikên Laçik Spî yên zarokên wan girtî, bi armanca dengê zarokên xwe bilind bikin û tecrîd bi dawî bibe, diçin çalakiya rûniştinê li dar dixin. Dayikên girtiyan tevî hemû astengî û tundiya polîsan xwe digînin qadê û piştre dimeşin TUAY-DER’ê. Dayik tevi temene xwe yên mezin, germa  zêde û tundiya polîsan her roj bê navber bi israr tev li çalakiyê dibin û dengê xwe bilind dikin. Dayik ji bo zarokên wan bijîn dixwazin demek beriya demekê hikûmet tecridê bi dawî bike û gavên çareseriyê bavêjin. Dayik her rojê ji tax, gund û navçeyên derdora Amedê yên bi kilometreyan dûr dikevin rê û berê xwe didin Parka Koşuyolu.

‘HER ROJ BI MEŞ DIÇE Û TÊ 

Piştî Dayikên Laçik Spî li Parka Koşuyolu dest bi çalakiyê kirin, polîsan ji 5’ê Gulane ve park bi derabeyên hesin dorpêç kiriye. Lê dîsa dayik xwe digînin parkê û çalakiyên xwe berdewam dikin. Beriya çalakî dest pê bike polîs ketin û derketina parkê li welatiyan qedexe dike. Lê dîsa dayik tevî dorpêç û mudaxaleya polîsan kom dibin û dengê xwe bilind dikin. Yek ji dayikên ku 20 rojin tevli çalakiyê dibe jî Rabia Ataş a 50 salî ye. Ateş her roj ji Navçeya Yenişehirê ya Amedê ji mala xwe derdikeve û bi meşê tê Parka Koşuyolu. Ateş, tevî mudaxale, tundî û astengiya polîsan her roj bê navber berê xwe dide qadê. Keça Raîba Ateş, Şîvekar Ateş 3 sal berê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin û rastî 15  sal ceza hat. Şîvekar Ateş a 23 salî ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye. Dayika Şîvekar Ateş Rabîa Ateş her roj saet di 10.00’an de tevî ku bi rojî ye jî, ji mala xwe derdikev û li Parka Koşuyolu tev li çalakiya rûniştinê saet di 12.00’an de dibe. Ataş, her roj piştî çalakiya bi saetan di bin dorpêça polîsan de berdewam dike dîsa bi meş vedigere mala xwe.

‘EM BÊDENG BIBIN WÊ BIMIRIN’

Rabîa Ateş diyar kir ku 2 mehin bê navber bi armanca bibe qerin û hawara girtiyan li kolanan têdikoşe û wiha got: “Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Heta tecrîd bi dawî bibe emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em çavê xwe nikarin ji mirina wan re bigirin. Ger ku em bêdeng bibin zarokên me wê bimirin. Divê em bêtir dengê xwe bilind bikin û bêtir dakevin qadan. Her roj çav û guhê me li nûçeyan e. Her her roj ji zarok û hevjînê xwe helaliya xwe dixwazim û ji malê derdikevim. Dema ez êvarî vedigerim malê, li gel ku ez bi rojî me jî di fitaran de xwarin di qirika min de naçe xwar. Zarokên me nikarin xwarin bixwin. Çawa ez diçim malê ez qanalên nûçeyan ên Kurdî vedikim û li nuçeyan temaşe dikim. Ez nûçeyên der barê çalakiyên grevê de temaşe dikim. Bi gumana ku ez bêm binçavkirin ez amadekariya xwe dikim û cilên xwe yên zêde bi xwe re dibim. Ez her dem amadekariya her tiştî dikm.

Back to top button