DaxuyanîManşêt

“Efrîn wê bi rihê Kobanê bi ser bikeve“

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê têkildarî hewldanên Tirkiyê yên ku dixwaze Efrînê dagir bike, daxuyaniyek da, KCD’ê wiha got, “Divê baş were zanîn êrîşa li dijî Efrînê tê wateya êrîşa li hebûna Kurdan û hemû destkeftiyan. Ew ê gelê Kurd di vî warî de bi bîra xwe ya xurt li dijî van êrîşan bi rihê Kobanê têbikoşe. Em bang li gelê xwe dikin ku bila li hemberî faşîzma AKP’ê têbikoşin.”

KCD’ê nerazîbûn nîşanî gefxwarin û êrîşên AKP ên li dijî Efrînê da û diyar kir ku hewldana dagirkeriyê ew ê Tirkiyê têk bibe.
Kongreya Civaka Demokratîk têkildarî hewldanên Tirkiyê yên ku dixwaze Efrînê dagir bike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Daxuyaniyên Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ên ku di rojên dawîn de qala mudaxeleya leşkerî ya bi ser Efrînê dike, gelê Kurd di serî de li ba civaka navneteweyî bûye sedema fikarên mezin. Sedema van fikaran jî ev e ku, ev mudaxeleya leşkerî û hewldana dagirkeriyê wê Tirkiyê têxe nav kaoseke mezintir û ew ê hemû gelên me têkevin nav bêîstîkrarî û bêaramiyê.
Heta îro PYD, YPG, QSD’ê têkildarî Tirkiyê tu daxuyaniyeke xeternak nedaye û civaka navneteweyî jî şahida vî tiştî ye.
Berevajî wê li Rojava Kurd bibin xwedî statu û Federasyona Sûriyê ya Demokratîk pêk were ew ê ji bo demokrasiya Tirkiyê û doza Kurdan jî roleke erênî pêk bîne.
Kêşe ev e ku hikumeta AKP’ê li dijî hebûn û destkeftiyên Kurdan tehamulê nake û siyaseta înkar û îmhayê didomîne.
Tu qezenceke vê dagirkeriya Tirkiyê ew ê tune be. Berevajî wê ew ê ev tişt xisarê bide yekîtî û yekparetiya Tirkiyê û pirsgirêkên mezin ên siyasî û civakî ew ê pêk werin.
Divê baş were zanîn êrîşa li dijî Efrînê tê wateya êrîşî hebûna Kurdan û hemû destkeftiyan. Ew ê gelê Kurd di vî warî de bi bîra xwe ya xurt li dijî van polîtîkayên şer têbikoşe.
Em bang li hemû gelên xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, hemû saziyên demokratîk ên Tirkiyê û qada navneteweyî dikin ku bila li hemberî faşîzma AKP’ê bihistyar bin û têbikoşin.”

Back to top button