ManşêtNûçe

Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî navneteweyî pir wêdetir e

Dr. Thomas Jeffrey Miley diyar kir ku girtîbûna Abdullah Ocalan “nîşaneya zilma li gelê kurd tê kirin e” û wiha got: “Ocalan, ji lehengekî navneteweyî pir wêdetir e; di mijara afirandina alternatîfa li dijî modernîteya kapîtalîst de jî yek ji zanyarên pêşeng e.” Rêber Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de hate girtin û 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Bi hincetên cuda ev 35 meh in jî bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Dewleta tirk hewl dide pêşî li ber Ocalan bigire ku fikrên wî di nava civakê de belav bibin. Lê li hêla din di serî de gelê kurd, li gelek welatên cuda gelan di 10’ê cotmeha 2023’yan de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dane destpêkirin. Xwedîderketina li Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe.

Hîndekarê Departmana Civaknasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley têkildarî komploya navneteweyî, teslîmkirina Rêber Abdullah Ocalan a li Tirkiyeyê û rola Abdullah Ocalan a di aştiyê de vegot. Di heman demê de Miley, nivîskarê pirtûkên “Your Freedom and Mine” û “Self-determination struggles: in pursuit of the democratic confederalist ideal” e ku mafê tayînkirina qedera xwe ya kurdan û Konfederalîzma Demokratîk vedibêje. Miley, dibêje ku pişt komploya navneteweyî de NATO heye. Miley, anî ziman ku li Îmraliyê rejîmeke îstîsnaî li ser Ocalan tê ferzkirin û got ku ev yek tercîha Tirkiyeyê ye. Miley, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê dîtin ku cezayê hefsê yê li Îmraliyê ji bo têkbirina tevgera kurd e. Weke ku min berê jî gotibû, Ocalan ji bo pêvajoyeke aştiyê bi roleke sereke radibe. Lewma jî jidervehiştina hiqûqê ya Ocalan, nîşaneya zilma li ser gelê kurd e.” Bi domdarî Miley bi lêv kir ku sînorên hêzên rojavayî dixwazin bikin jî hene û banga CPT’yê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist. Miley, wiha got: “Civaka navneteweyî ji bo bicihanîna qanûn û hiqûqê çendek gavên biçûk hatin avêtin. Lê miameleya dermirovî ya li dijî Ocalan didome û hêzên emperyal ji bo dilê şirîkê xwe yê bazirganiyê Tirkiyeyê nehêlin tişta ji dest tê dikin. Beşekî pirsgirêka girêdayî pergala navneteweyî ew e ku hewldanên wan ên ji bo çareserkirina rewşa li Îmraliyê pir qels in.”

Di berdewamê de Miley got; “Li gorî min Ocalan semboleke nûwaze ye” û ev nirxandin kir: “Li gorî min; modernîteya demokratîk ku ew li dijî modernîteya kapîtalîst pêş dixe, gelek îlhamê dide mirov. Ji bo kesên weke me ku dixwazin li dijî dînamîkên rûxîner ên modernîteya kapîtalîst alternatîfan biafirînin; Ocalan pir sûdewer e. Li gorî min yek ji sedemên ku hêzên navneteweyî wî weke xetere dibînin jî ev e.”

Miley, anî ziman ku piştî pirtûka Your Freedom and Mine, dixwaze di pirtûka xwe ya “Self-determination struggles: in pursuit of the democratic confederalist ideal” de bi alîkariya Ocalan mijara mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan berfirehtir binirxîne. Miley, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo were fêmkirin bê ka di sesala 21’emîn de Konfederalîzma Demokratîk tê çi wateyê, min xwest berfirehtir vebêjim. Çendek gotarên ku li pey îdela Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan ketîn jî di pirtûkê de hene. Armanca esasî ya pirtûkê jî ew e ku bi berfirehî vebêjim bê ka di sedsala 21’emîn de Konfederalîzma Demokratîk tê çi wateyê. Ya ku ji bo nivîsandina van pirtûkan min motîve dike, Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Xwendekarekî min ji bo tiştên li Rojava rû didin bibînim, di sala 2014’an de li şandeya ku dê biçûya Sûriyeyê hatim vexwendin. Ez jî tev li bûm û pir bibandor bûm. Hem ji hêla akademîk ve, hem jî li Parlamentoya Ewropayê, Parlamentoya Ingilistanê û Konseya Ewropayê her ku ez ji bo doza gelê kurd bêhtir tev li xebatên lobiyê bûm, min dît ku divê ji hêla meşruiyeta rewşenbîriyê ve bêhtir bibim alîkar. Lewma min hîs kir ku cidîgirtina fikrên tevgerê, di heman demê de tevgerê meşrû dike û bihêztir dike.

 

Back to top button