ManşêtNûçe

Divê yekitiya neteweyî yek ji armancên stratejînk a çapemeniya Kurdî be

Di çarçoveya yekkirina  refa Kurdî de û rola dezgehên çapemeniyê di biserxistina nîqaşên di navbera hêz û partiyên siyasî yên Kurdî, Yekitiya Ragihandin Azad daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî li parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna gelek dezgehên çapemeniyê hat dayîn. Hevsesrokê yekitiyê Bankîn Sîdo daxuyanî bi zimanê Kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

Ev demeke hêzên siyasî yên kurd piştî însyatîfên KNK`ê û Fermandariya HSDê  di nava goftûgoyên hevrêzkirin û nîqaşên lihevkirineke siyasî de ne.

Ev liv û tevgera han hem ji aliyê hêzên kurdî ve hem jî ji aliyê hêzên navneteweyî ve, rastî piştgiriyeke mezin hat. Tevî ku piştevanên van xebatan hene jî, lê belê dijminên kurdan bê navber dixawazin van goftûgoyan vala derxin.

Bê guman, ji bo ev xebat bighê serî pêwîste hemû sazî, kesayet, rewşenbîr, dezgehên ragihandinê  û rojnamevanên girêdayî van hêzan û yên serbixwe bi hestiyariyekî bê hempa vê mijarê bişopînin û binirxînin. Bi awayekî ku tenê xizmeta vê lihevkirinê bike.

Lewra, ya herî zêde di vê mijarê de divê baldar û hişyar be dezgehên ragihandin û rojnamevan in. Bi qasî ku bandora gotin û agahiyê heye, heke şaş bê bikaranîn dibe ku rêyên çareseriyê û tifaqê asteng bike û helweşîne.

Lewra em weke Yekitiya Ragihandina Azad  piştgiriya van goftûgoyan dikin. Bi hêviya ku di demeke nêz de bighên armanca xwe û encameke erênî jê derkeve ku karibe metirsiya qirkirineke din li ser gelê me pûç bike.

Lewra em ji hemû saziyên ragihandinê û rojnamevanên li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku van xalan pêk bînin:

Divê gotinên ku kîn û nefretê kûr dikin neyên bikaranîn.

Divê hemû dezgeh û rojnamevan hevebşiyeke bikaranîna têgînan pêş bixin.

Çavkaniyên jê nebawer û gahiyên ku bandoreke neynî li goftûgoyên yektiiyê dikin, divê neyên belavkirin.

Pêwîste hemû dezgeh û rojnamevan hewl bidin ku di weşanên xwe de atmosfêrekî erênî û dengeyekê ava bikin ku bandoreke erênî li gel bike.

Ji aliyê hêzên ku di nav goftûgoyan de, tê xwestin ku bi zelalî û dûrî gumanan encama nîqaşên xwe bi raya gîştî ya gel re parve bikin.

Bi taybet rojnamevan û hemû gelê me pêwîste li ser hesbên xwe yên medyaya civakî di hilbijartina gotinên xwe debaldar û hişyar bin.

Pêwîste ragihandin li mijara yekitiya kurdî weke dozeke stratejîk binêre ku di bingeha xwe de ne taktîkeke demkî ye û karibe civaka kurd ya ku ji ber polîtîkayên teng yên partiyên siyasî ji hev dûrketî, nêzî hev bike.

Ji bo bidestxistina mafên kurdan di Sûriya pêşerojê de divê ragihandina kurdî erkên li ser milê xwe pêk bîne.

ANHA

Back to top button