ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Berpirsa çareseriya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê MSD ye

Li gundê Qurtûba yê navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera nûnerên MSD`ê, şêx û rûspiyên eşîran de civînek hat lidarxistin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, endamên Nivîsgeha Tikiliyan a MSD`ê Îlham Umer û Elî Rehmûn tev li civînê bûn. Her wiha ji rêveberên Meclisa Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hinber Hesen, şêxê eşîra El-Yesar ji qebîleya Tay Husên El-Hemrîn, Fûad Başa ji eşîra El-Milan, Hekem Xelo ji eşîra Kîkan, Mensûr El-Selûm ji qebîleya Begara û rûspiyên eşîra Şerabî beşdarî civînê bûn.

Destpêkê li xwestekên şêx û rûspiyan eşîra El-Yesar yên ku rewşa kehrebeyê baş bibe, ava vexwarinê ji herêmê re were peydakirin, girtî werin berdan, navendeke tenduristiyê li herêmê were avakirin, hat guhdarîkirin. Paşê seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed axivî.

Îlham Ehmed spasiya şêxên eşîra El-Yesar kir ku banga MSD`ê bi cih anî û piştrast kir ku Rêveberiya Xweser berpirsa xalên ku rûspiyên eşîra El-Yesar diyar kirine û destnîşan kir ku hin xal hene bi lez têne çareserkirin û hinên din jî divê fikirandin li ser wan hebe ku çawa çareser bikin.

Îlham Ehmed wiha got: “MSD berpirsa çareseriya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, şopandina rewşa rêveberiyê, nîqaşkirina wê bi Rêveberiya Xweser re û çareserkirineke hevbeş di navbera şênî û rêveberiyê de ye da ku bi hêsanî bê çareserkirin.”

Îlham diyar kir ku gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û ev tişt anî ziman: “Şerê Sûriyê hê jî berdewam e û derbasî sala 10`emîn bû û gef hê jî didomin. Li gorî herêmên din li Sûriyê herêma herî ewle û aram herêma me ye û sedema wê jî alîkariya şêniyan bi QSD`ê re ye.”

Têkildarî tevlêkirina dewleta Tirk a ciwanan di şerên di hundirê Sûriyê û derveyî wê de Îlham Ehmed wiha got: “Dewleta Tirk ciwanan ji Tirkiyê û herêmên opozîsyonê kom dike ku şer li Lîbyayê bikin, azara şêniyan di dirêjahiya salên şer de têrê nekir, heta ku ciwanên wê bişînin Lîbyayê ku şer bikin û cenazeyên wan wergirin. Ji lew re divê der barê vê yekê de baldar û şiyar bin û divê em nebin sedema nakokiyan li dewletên dîtir.”

‘QANÛNA QEYSER JI BO GUHARTINA RÊBAZA ESED E’

Têkildarî cezayên Amerîkayê yên li dijî hikumeta Sûriyê bi taybet “qanûna Qeyser” Îlham Ehmed wiha anîn ziman: “Ji meha bê de dê qanûna Qeyser li tevahî Sûriyê pêk bê, hedef jê jî cezakirina rejîma Sûriyê ye. Ji ber ev rejîm tu guhartinê qebûl nake û zilmê li gel dike. Ji lew re Amerîka dibîne ku wê ceza bike û qanûna Qeyser li dijî wê pêk bîne. Ev qanûn jî dê bandora xwe li tevahî Sûriyê bike.”

Îlham Ehmed wiha domand: “Qanûna Qeyser dê ne domdar be, bi amadebûna serokê Sûriyê Beşar Esed a guhartina siyasî re dê ev qanûn were guhartin. Ji ber ev qanûn dê li dijî serok Beşar El-Esed were pêkanîn û dê bandorê li tevahî sûriyan bike. Her wiha israra rejîmê ya neguhartin, navendîbûn û bêserûberiya wê dê ber bi karesatekê ve bibe. Ji ber çavkaniyên biryarên wê ji dewletên dîtir wekî Rûsya û Îranê ne.”

Têkildarî rola Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêşeroja welat de, seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed wiha axivî: “Rola me wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xebata siyasî û guhartina siyasî de girîng e. Ji ber gel piştî ew qas qurbanî û azaran Sûriya beriya 2011’an naxwaze, lê belê Sûriyeke nû dixwaze.”

Îlham Ehmed li ser hewldanên fîtneyê di nava şêniyên herêmê de hişyarî da û wiha bi dawî kir: “Hin kes hene li nava malan digerin û pakêtên xwarinê belav dikin da ku li ser kaxizan soz bidin ku bi hatina rejîmê re ne û ev rêveberî demkî ye, ev mijareke derexlaqî ye. Bi wê re jî dixwazin ji raya giştî re diyar bikin ku gel li benda vegera rejîmê ye. Her wiha tevahî dizanin heke rejîm vegerî dê nîvê şêniyên herêmê bi sedema netehemûlkirina careke dîtir a azarên ji hêla rejîmê ve, koçber bibin.”

ANHA

Back to top button