ManşêtNûçe

Dewleta Tirk tirkkirina herêmên Sûriyê yên dagir kirine dewam dike

Ji destpêka dagirkirina herêmên Sûriyê ji nîvê sala 2016`an ve û piştî dagirkirina bajarên Cerablus û Babê, dewleta Tirk hewl da siyaseta tirkkirinê dewam dike û piraniya saziyên hikumetê yên fermî û xizmetê bi navên tirkî bi nav dike. Li ser avahiyên wan jî ala Tirkiyê hildaye û wêneyên serokkomarê Tirkiyê bi deriyan ve daliqandine.

Her wiha navên van saziyan bi xeteke qalind bi zimanê tirkî tên nivîsandin.

Duh li bajarê Cerablusê yê dagirkirî dibistanek hate vekirin û navê cîgirê waliyê Dîlokê yê Tirkiyê Ahmet Turgay Îmamgîller ku beriya nêzî salekê li Cerablusê miribû, lê hate kirin. Li gorî agahiyên ji Cerablusê hatine bidestxistin, Enqereyê bi zanabûn di roja mirina Îmamgiller anku di 12`ê Çileyê de dibistaneke amadehî vekir.

Îmamgîller ku Enqereyê xelat kiriye û dibistan bi navê wî bi nav kiriye, cîgirê waliyê bajarê Dîlokê (Entab) bû û roja 12 Çileya 2019`an li bajarê Cerablusê ku li wê derê wek berpirsê çalakiyên zanistî yên Tirkiyê kar dikir, mir.

Di vekirina dibistana amadehî ya bi navê Îmamgîller de, hejmareke ji berpirsên Tirkiyê ku di nava wan de waliyê Dîlokê û nûnerên partiya AKP`ê ku Erdogan rêveberiya wê dike, her wiha nûnerên heman partiyê di parlemana Tirkiyê de, amade bûn.

Ev ne cara yekê ye ku berpirsên Tirk di çalakiyên bi vê rengî de amade dibin. Beriya 6 mehan jî şêwirmendê Erdogan Yasîn Aktay çûbû bajarê Efrînê û bajarokên din ên li bakurê Helebê.

Li kêleka siyaseta tirkkirinê jî, Enqere hewl dide demografiya herêmên ku li Bakur û Rojhilat Sûriyê û yên rojavayî wê dagir kirine, biguherîne. Her wiha bicihkirina malbatên çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li bajar û bajarokên dagirkirî dewam dike.

 

Back to top button