ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Dayikên Aştiyê: Bila kezeba kesî neşewite gavek beriya gavekê tecrîdê rakin

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku 7 hezar mirov li ber mirinê ne û bertek nîşanî bêdengiyê dan û bang li hemû kesên xwedî wîjdan kirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan têkildarî grevên birçîbûnê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey bertek nîşanî bêdengiya li hember çalakiya greva birçîbûnê da û got: “Medya tirk li hember greva birçîbûnê ker û kor maye. 7 hezar însan di greva birçîbûnê de ne. Cenazeyên 7 însanan ji girtîgehan derket. Li benda çi ne. Hêj li benda mirinê ne gelo?”

‘TECRÎDÊ RAKIN’

Ozbey anî ziman ku di dinyayê de tu pirsgirêkên ku çareseriya wan tune bin nîne û wiha got: “Êdî bes e, guh bidin daxwaza van însanan. Çima vê mirinê li me rewa dibînin. Em li hember vî welatî îsyan dikin. Bila însanên xwedî wîjdan ên vî welatî vê pirsgirêkê çareser bikin. Em naxwazin, venaxwin, ranazên. Êdî vî dengî bibîhîzin. Kezeba me dişewite. Ev însan hemû zarokên me ne. Hemû însanên me li ber mirinê ne. Gavek beriya gavekî tecrîdê rakin. Bila zarokên me bigîhîjin tenduristiya xwe.”

BÊDENGÎ Û XEMSARIYÊ REXNE KIR

Ozbey bêdengiya parlamenterên li Meclîsê bajarên herêmê temsîl dikin jî rexne kir û got: “Ji bo hilbijartinekê dinyayê rakirin ser piya. 7 hezar însan  li ber mirinê ye, lê bes kes dengê xwe dernaxe. Ewqas jî xemsarî dibe gelo.”

‘BILA KEZEBA KESÎ NEŞEWITE’

Piştî Ozbey, Kudret Eryilmaz jî axivî û wiha got: “Ez bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikim. Ji bo cenaze ji zîndanan dernekevin çi dikeve ser milê kî pêk bîne. Bila kezeba kesî neşewite. Gavek beriya gavekê tecrîdê rakin.”

 

 

Back to top button