ÇalakîManşêt

Civîna salane ya PYD li Lubnanê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr tîne

Partiya Yekîtiya Demokrat li Lubnanê civîna xwe ya salane roja şemiyê 2021-1-9 li dar xist, di civînê de şehadeta sê şehîdên tekoşer li bajarê Parîsê di dîroka 2012-1-9 li ser destê îstxbaratê Tirkiyeyê bibîr anîn.

Bi tevlîbûna bi dehan ji endamên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li paytexta Lubnanê Beyrût civîna salane hat li dar xistin, tê de kar û xebatên xwe nirxandin di der barê sala 2020, her wiha şehadeta her Sê tekoşerên Kurd Sakîna Cnsiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmaz şermezar kirin, ku li ser destê îstxbaratê Tirkiyeyê li Parîs sala 2013-1-9.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre Şervîn Cûdî bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat axivî li Lubnanê û wiha got: Di destpêkê de em sipasiya hebûn û hewildanên we dikin di kar û têkoşîna we di sala 2020’an de, hebûna jina kurd û berxwedana wê xeteriyê li dijmin û kiryarên wan dikin, ji ber vê yekê her sê tekoşer hatin hedefgirtin, her wiha Cûdî tekez kir şehadeta şehîda Sakîne ku mînakek ji rêveberiyê bû ji hêla çandê, civakî û siyasî.

Cûdî wiha lê zêde kir di sala 1978’an şehîda Sakîna tevlî kongreyê yekemîn ê Partiya karkerên Kurdistanê bû li gel rêber Ebdullah Ocelan, di pirtûka xwe de ev civîn ya ku li gundê Fês hat li dar xistin bi civîna dîrokî bi nav kir.

Piştre Netewî Xemgîn bi navê Kongreya Star axivî û got: Hedefgirtina her sê têkoşeran Sakîna Cnsiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmaz bi tedbîrên îstxbaratê Tirkiyeyê bû, em daxwaz ji hikumeta Fransî dikin ji bo agahiyên vê sûcê zelal bikin û pêşkêş kirina tawanbaran ji dadgehê.

Her wiha seroka Komela Newroz a Çandî Civkaî li Lubnanê Henan Osamn axivî û got: Di destpêkê de sipasiya we dikim li ser beşdarbûn û karê we di der barê sala 2020’an, her wiha kumkujiya Parîsê şermezar dikin ya ku her sê têkoşerên jin kirin hedef yên ku yên ku bûn bingeha ked û xebata gihîştina rizgarî û azadiyê ji bo gelên bindest û şerê dagirkeriya Tirk û şovenîzma Tirk û binpêkirinên wê yên li dijî gelê Kurd.

Serhed Çolî endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokrat li Lubnanê wiha axivî û got Dewleta Tirk dixwaze nasnameya kurdî binpê bike, û hewl dide her kesê ku daxwaza mafê xwe dike wî bi dawî bike, dewleta Tirk ditirse ku ew hilwişe li himber têkoşerên kesyetên mîna her sê şehîdan, ji ber vê yekê dewleta Tirk ya Şofînîst hesab dike ji tevger û têkoşîna me, ji bo vê yekê her sê şehîd hatin hedef girtin.

Back to top button