ÇalakîManşêt

Bekir Hec Îsa: Bi yekîtiya me em ê Sûriya bikin yek û ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê azad bikin

Di civînek  berfireh de ji bo gelê El-Qadiriya ku ji hêla meclisa têkiliyên siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ve li herêma Firatê hat li dar xistin, bi dehan ji eşîrên herêmê û rûspiyên wê beşdarî bûn.

Di civîna berfireh a eşîran û rûspiyên gelê me li El-Qadiriyê de Bekir Hec Îsa nûnerê têkiliyên siysî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)li herêma Firatê li ser geşedanên siyasî yên dawî li herêmê û rola hezên mezin di aloziya Sûrî de axivî.

Bekir Hec Îsa got:”Bi Yekîtiya me em ê xak û gelê xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê azad bikin, û em ê Sûriya ji bo hemû Sûriyan çêbikin”,Hec Îsa di berdewamiya axaftina xwe de got:”Em destê xwe didin her kesê ku baweriya wî bi çaresiyek siyasî ya aloziya Sûriyê tê , û ji xeynî diyalogê çare tune ye”.

Hec Îsa tekez kir ku”Li herêmên Rêveberiya Xweser zemînek û atmosferek demokratîk heye ji bo lidarxistina konferansek Niştimanî Sûrî”, Hec Îsa îfade kir ku”Reveberiya Xweser destkeftiyek ji hemû Sûriyan e û divê her kes wê biparêzin û pêş bixin bi riya hevgirtina me li dora hêzên xwe yên rewa ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk tê tmsîl kirin”.

   

Back to top button