ManşêtNûçe

Çareserkirina doza kurdî di projeya neteweya demokratîk de ye

Nivîskarê siyasî yê lubnanî Qasim Qeyser diyar kir ku pirsgirêka kurdî ya bi girêk li herêma Ereb û Îslamî encamên zilma dîrokî ya li dijî Kurdan e, nexasim ji roja derketina peymana Sykes-Picot û heta roja îro berdewam dike.

Peymana Sykes-Picot di sala 1916`an de bi awayekî veşartî di navbera Fransa û Brîtaniyayê de ji bo parvekirina herêmên li Rojhlata Jêrîn hate îmzekirin. Kurdistan di nava xwe de parve kir.

Qasim Qeyser ji ajansa ANHA`yê re axivî û diyar kir ku Kurdan di dîroka îslamê de roleke girîng lîst û hebûna Kurdan di nava zanyar, fermandar û siyasetmedaran de gelekî girîn e.

Qasim Qeyser têkildarî çareserkirina doza kurdî got:  “Çareserkirina doza kurdî di projeya hemwelatîbûn û demokrasiyê de li her welatekî erebî û îslamî pêkan e.

Divê her welatiyek Ereb be, an Kurd be, an Tirk be, an Asur be, Misliman an Xiristiyan be çi dibe bila bibe bêyî cûdabûn xwedê mafê hemwelatîbûnê be. Welatî beriya her tiştî ye.

Qasim Qeyser got ku ev projeya dewleta demokratîke ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hate pêşkêşkirin.”

Qeyser îşaret bi girîngiya pêkanîna diyalogê kir û wiha anî ziman:

“Em teqeziyê li ser diyaloga tirkî – erebî – kurdî – îranî dikin da ku hemû aloziyên herêmê çareser bibin, pêkvejiyana herêmî an jî konfederalîzma rojhilatî di navbera hemû welatên herêmê de were avakirin û hemû cûreyên şeran werin bidawîkirin.”

Hêjayî gotinê ku Rêber Abdullah Ocalan ji 15`ê Sibata 1999`an ve li gel hikûmeta dewleta Tirk girtî ye û zextên giran ku ne li gorî hemû pîvanên navneteweyî li dijî wî pêk tîne.

Rêbertî projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir, ev proje li ser esasê jiyana aştiyane di navbera hemû pêkhate û gelên Rojhilata Navîn de hatiye avakirin û sîstema rêveberiyên xwe esas digre.

Back to top button