Hikumeta Tunisê duh ragihandibû ku ew ê hin bacên gumrikê li hin kel û pelên Tirkiyê ferz bike.
Rojnameya El Ereb li ser mijarê ku agahiyên xwe dispêre çavdêran diyar kir ku biryara ferzkirina bacan li kel û pelên Tirkiyeyê gaveke parastina kel û pelên Tunisê û alîkariya wê li ser hevrikiyê ye. Lê ew yek ji ber paşxaneya siyasî pêk tê, ji ber ku desthilatiya tevgera Nehde ya îxwan di 10 salên dawî de derî li pêş dewleta Tirk vekir ku kel û pelên xwe derbasî welat bike. Ew jî weke diyariyekê ji Erdogan re ye ku piştgirî bide tevgera Nehde û serokê wê Raşid Xenoşî.
Tevgera Nehde li gorî berjewendiyên xwe derî ji kel û pelên Tirkiyeyê re vekirin, lê bandorên neyênî ku aboriyê Tunisê rûbirûyî wê bimîne paşguh kirin, bi taybet jî saktorên takstîl û çandiniyê êşên mezin dikişandin, bi wê re kargeh hatin girtin û bi hezaran welatî bê kar man.
Li gorî rojnameyê, ferzkirina bacan li kel û pelên Tirkiyeyê ew e ku Erdogan serweriya xwe piştî dûrxistina tevgera Nehde ji desthilatê û girtina Xenoşî ji dest da. Lê li gorî şîrovekar û şopînerên kar û barên Tunisê, ev gava Tunisê di çarçoveya rizgarkirina aborî û jevxistina lobiyên hundirîn û derve pêwîst û girîng bû.