ManşêtNûçe

Biden ji bo civîna Koma G7 li Almanyayê ye

Tê payîn ku Biden danûstandinên dualî bi şêwirmendê Almanyayê Olaf Schultz re pêk bîne.

Civîna Koma G7 ku dê mijara tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê û bandorên wê li ser asta cîhanê nîqaş bike, dê heta sêşemê bidome.

“G7” rêxistineke ji 7 welatan (DYA, Brîtanya, Kanada, Almanya, Fransa, Îtalya û Japonya)pêk tê.

Li gorî Washington, 3 aramncên sereke yên civîna Koma G7 wiha ne: “Zêdekirina zextê li Rûsya, pêşniyarên ji bo bersivdayîna bilindkirina nirxên enerjiyê û madeyên xwarinê, hevkariya li ser asta binesaziyê bi welatên xizan re.”

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson duh bang li rêveberên Koma G7 kir ku ji dev ji piştgiriya Ukraynayê bernedin, her wiha soz da ku dê destekdayîna darayî bo Keîvê zêdetir bikin.

Boris Johnson êvara civîna Koma G7 li çiyayê Alp Bavarian bi daxuyaniyekê gotibû: “Ukraniyayê dikare bi ser bikeve û dê bi ser bikeve. Lê ji bo wê yekê, hewcedariya wê bi piştgiriya me heye. Niha ne dema destberdana ji Ukraynayê re ye.”

Johnson dê tevî serokê Amerîkayê Joe Biden, şêwirmendê Almanya Olaf Schulz, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokên Îtalya, Kanada û Japonya li Keleha Elmau ya li Bavarian beşdarî civîna Koma G7 bibe ku dê ji 26 heta 28`ê Hezîranê dewam bike. Tê payîn ku piştî civînê, civîna NATO`yê li Madrîdê li dar bikeve.

Piştî civîna Koma G7 li Almanyayê, dê Biden û serokên din berê xwe bidin Spanyayê da ku tev li civîna NATO`yê ya li Madrîdê bibin.

ANHA

Back to top button