ManşêtNûçe

Babacan êrişî Erdogan kir: Sedem siyaseta we ya şaş Welatî birçî ne 

Serokê Partiya Demokratî û Pêşverû Elî Babacan li pêşiya endamên partiya xwe li bajarê Dozce de bersiva gotina Erdogan a li kongreya giştî ya NY`yî da  û yekser êrişî Erdogan kir.

Babacan berisva daxuyaniyên Erdogan da û wiha got: “Xezîneya welêt vala kirin. Ew dibêjin ku ew hewl didin alîkariya welatên ku ji ber belavbûna Koronayê zirar dîtine bikin, lê belê ew tiştekî ji gelê xwe re pêşkêş nakin.”

Babcan belavbûan zêde ya Koronayê li seranserê Tirkiyê û zêdebûna hejmara pêketiyan rexne kir û got: “Yên ku tedbîr negirtin, hûn in, ne gel e. Ji ber siyasetên we yên şaş, hejmareke mezin jiyana xwe ji dest da û vîrus bi lez belav bû. Li tu çavkaniyên din negerin.”

ANHA

Back to top button