ManşêtNûçe

Şandek ji Partiya Vîna Gelêrî serdana buroya PYD’ê li Helebê kir

Şandek ji Partiya Vîna Gelêrî îro 5’ê Kanûnê, serdana buroya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Helebê li Taxa Şêx Meqsûd kir, şande ji Rustim Rustin û Mustefa Ereb berpirsê şaxê Partiya Vîna Gelêrî li Helebê pêk hat, şande ji hêla Eyşa Hiso hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve û endamên Meclîsa Giştî ya partiyê Mustefa Hamo, Amîna Beyrem, Emîn Elîko û Bedran Hemo hatin pêşwazî kirin.

Civîn li ser Rêveberiya Xweser û astengiyên ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk de û gefên wê yên domdar dikişîne hat nîqaş kirin.

Rustim tekez kir ku “Rêveberiya Xweser û di dirêjahiya vê kirêzê îsbat kir ku ew nimûneya bêkêmasiye ji bo çareseriya jiyana hevbeş ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyê”, her wiha destnîşan kir “pêdiviye xebatkirina ku li gorî biryara 2254’an a têkildarî agirbestê were kirin û gihaştina lihevkirinek siyasî ya rewşa Sûriyê.”

Rustim îşaret kir li ser mudaxeleya Serokê Partiya Vîna Gelêrî Bijîşk Qedrî Jemîl li konferansa nişteciyên Cezîrê û Firatê kir.

Eyşa Hiso hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê, li ser pêwîstiya “kar û kordînasyona di navbera hemû partiyên siyasî yên ku baweriya wan bi yekîtiya xaka Sûrî heye, û mafên hemû Sûriyan di warê piratîkî de, û misogerkirina beşdarbûna hemû nûnerên rastîn ên gelê Sûrî di Komîteya Destûrê de û her tiştê ku bi biryar û çarenûsa gelên Sûrî ve girêdayî ye” piştrast kir.

Back to top button