ManşêtNûçe

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 11 sivîl ji Efrîna dagirkirî revandin

Artêşa Tirk a dagirker  sûcên dermirovî li dijî sivîlên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî didomîne, her wiha sûcên revandina sivîlan ji hêla çeteyên wê ve bi daxwaza dayîna fîdyeyan zêde bûne.

Li gorî çavkaniyên taybet ji navçeya Mabata, çeteyên bi navê Cebhet El-Şamiye yên girêdayî dagirkeriyê duh 8 şênî ji gundê Reca revandin. Navên kesên revandî wiha ne; Elî Hemo, Husên Şêxo, Ezîz Şêxo, Betal Mihemed Şêxo, Heysem Remzî Hecî Hemo, Henîf Arif Şerê, Mihemed Birîm, Henîf Henan.

Çavkaniyan îşaret pê kir ku çeteyan ji malbatên revandiyan fîdye li hember serbestberdanê xwestine. Her wiha piştî dayîna fîdyeyan Henîf Henan û Mihemed Birîm serbest berdan, lê hê jî çarenûsa revandiyên dîtir ne diyar e.

Her wiha çavkaniyên ji gundê Meimila yê girêdayî navçeya Mabata diyar kir ku çeteyên Fatih Sultan Mihemed gelek şênî ji gund bêyî zanîna tu sedeman revandine.

Navên hin revandiyan wiha ne: Lawend Umer Simo (20), Mihemed Menan Birîm (32) û Ciwan Şukrî Umer (20). Her wiha hê jî çarenûsa wan ne diyar e.

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, berteka gel li dijî dagirkerî û sûcên domdar ên li dijî sivîlan heye. Duh li navçeya Mabata xwepêşandanek li dijî dagirkeriyê li dar ket, li aliyekî din jî şêniyên bajarê Girê Spî li dijî dagirkeriyê serî hilda û daxwaza serbestberdana sivîlên ku çeteyên girêdayî wan girtine, kir.

ANHA

Back to top button