ManşêtNûçe

Bi hevgirtinê em ê aloziya aborî têk bibin

Endamê desteya hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Aldar xelîl tekez kir ku pêkanîna biryarên rêveberiya xweser qada me ji belavbûna vîrûs koronayê parast û destnîşan  ku bi kêrhatî û hevkariya gel aloziya aborî wê têk biçe nemaze ku cezayên Qeyser tê.

Di der barê civîna gelêrî  ya ku li navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo li dar ket Aldar Xelîl wiha got: Bi pêşketina zanyarî, teknolojîk û zanistên byolojîkî cîhan li hember vîrûsek biçûk( vîrûs Korona )neçar bû ji ber ku pergala cîhanê tenê li desthilatdariyê û serkeftinê digere,  ji ber vê yekê ew ne amadeye ku lêçûnê li ser zanîna rastiyê bike ya ku xizmeta mirovan dike, ew tenê lêçûnê dike li ser zanista ku mirovan dixe bin desthilatdariya wî, pêşketina zanista navokî û nuklerî ew ji bo pêşketina çekên ku vê sîstemê û ne ji bo berjewendiyên mirovan ne.

Xelîl wiha domand vîrûsa korona li hemû welatên pêşketî belav bûye lê hewildanên hatin kirin û hevkarî û hevgirtin di navbera gelên civaka me, û alîkariya şêniyan ev vîrûs di navbera me belav nebû, û di der barê pêkanîna wan biryarên Rêveberiya Xweser û pêkanîna biryara qedexkirina derketinê tevî îmakanê wan yên lawaz, hin welatên pêşketî nikarîbû kontrolê li ser gelên xwe bikin ku derketin kolanan ji ber ku baweriya wan bi pergalên wan nayê.

Zagona Qeyser û encamê wê

Endamê desteya hevserokatiya hevbeş ya Partîya Yekîtiya Demokrat PYD Aldar Xelîl derbarê zagona Qeyser wiha domad” Ev ceza dê di serî de wê bandorê li ser gel bike.

Aldar Xelîl wiha domand: Divê em berdêlekê bibînin ji bo parastinê ji vê kirîzê bikin ya ku zagona Qeyser wê li piş xwe bihêle, û berdêl ew e Bweriya Xweser e, divê em bi Rêveberiya Xweser re hevkar bin, bê guman rêveberiya me jî çareseriyên berdêl digere ji bo vê kirîzê.

 

Back to top button