Xebata roja duyemîn a kongreya 9’emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li ser erêkirina bernameya siyasî û rêziknameya hundirîn a partiyê berdewam dike.
Piştî gotobêjkirina rewşa rêxistinî beşdaran veguhestin gotobêjkirina bernameya siyasî û rêziknameya hundirîn û guhertina wê li gorî daxwaza qonaxa heyî û erêkirina wê.
Tê biyanî ku beşdaran piştre wê veguherin hilbijartina hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat û (145) endamên Meclisa Giştî û (7) endamên desteya displînê.
Hêjayî gotinê ye ku kongreya 9’emîn di roja xwe ya duyemîn de li sala Serdem a çand û huner bi dirûşmeya “Bi ruhê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têkbibin û sûriya ya demokratîk avabikn” bi beşdariya 700 endam tê li dar xistin.