ÇalakîManşêt

Herêma Firatê salvegera damezirandina PYD pîroz dike

Endamên Paritya Yekîtiya Demokrat yên herêma Firatê salvegera damezirandina wê ya 17an pîroz kir di bin drûşmeya” Bi yekîtiya Demokrat emê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser pêşbixin û Sûriya ava bikin”.

Şahî bi tevlîbûna şêniyên herêma Firatê û saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî û kesayetên serbixwe, li navenda çand û hûner( Baqî XidoÎ) li kantona Kobanê di dîroka 2020-9-20.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir, piştre gotina vekirinê ji aliyê Ehmed Şêxo endamê desteya rêveber li herêma Firatê hat kirin, yê ku slvegera damezirandina partiyê pîroz kir li ser hemî endaman û şêniyan û mallbatên şehîdan.

Piştre Bêrîvan Hesen endama desteya rêveber ya herêma Firatê di partiyê de axivî û tekez kir li ser pêşkêş kirina partiyê bi fedekariyê û têkoşînê ji destpêka damezirandina wê ji bo xelaskirina gel ji zilm û zordariyê weke şehîda Şêlan û hevalên wê, û hê jî endamên partiyê û çalakvanên wê tên hedefgiritin ji bo kurdan tune bikin, Hesen wiha berdewam kir: ku projeya Netewa Demokratîk xeta sêyemîne ji bo çareserkirina birsgirêka Kurdan, her wiha ew nimûneyeke biratiya gelan di navbera pêkhateyên herêmê temsîl dike.

Di dawî de Hese got: Em ê berxwe bidin heta rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji ber vê yekê divê em xwedî helwest bin li dijîdagirkeriyê.

Her wiha bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat endamê mecliê Hisên Şêx axivî û îşaret kir ku gelên herêmê hevgirtî ne, ji bo avakirina Sûriye Demokratîk ya ku em ji projeya Netewa Demokratî digrin ji bo hemî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsêl bike û bibe nimûneyek ji Rojhilata Navîn re yê ku hemû mafên gelan misoger dike û komployan li herêmê têk dibe wekî din jî wê deriyê nih vekin ji bo avakirina Sûriya pêşerojê, Partiya Yekîtiya Demokrat hêmanek çalake ji hemî mercan li dijî siyaseta terorîst û dagirkeriyê.

Hinek gotinên din ji aliyê Partiyên siyasî hatin kirin û salvegera partiyê pîroz kirin, tekez kirin li ser rola ku lîst di qada Sûriya û têkoşîn, berxwedan û îradeya wê yî azad ji bo rizgarkirina gel ji zilm û zordsriyê, her wiha îşaret kirin ku rewşa hesas ya ku herêm tê de derbas dibe divê em bêhtir hevgirtî bin di dîblomasî û parastinê.

Her wiha bi navê Kongreya Star Macda Hiso axivî û îşaret kir ku ev rojek dîrokî ye ku partî bû sembolek ji berxwedanê û têkoşînê ew partiya şehîdan e, û tekez kir ku dijmin her dem jinê hedef digre, lê ev tişt zêdetir îsrarê û têkoşînê bi me re çêdike.

Her wiha gelek pîrozname hatin şandin ji partiyê ji Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civaka sivîl ya herêma Firatê û parastina xweser, Partiya Çep ya Kurdî û Partiya Demokratîk ya kurdî li Sûrî(Partî).

 

 

Back to top button