ÇalakîManşêt

Partiya me 17’emîn salvegera damezrandina partiyê li Hesekê bi bîr anî

Di bin diroşmeya”Bi yekîtiya demokrat dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser pêşbixin, Sûriyekê demokrat avabikin ” Partiya Yekîtiya Demokrat civînek girseyî li darxist bi boneya 17’emîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD.

Civîn li qada buroya partiyê li kantona Hesekê hat li darxistin, ku bi dehan ji endamê partiyê û endamê saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir, piştre Ebd EL-Kerîm Sarûxan endamê desteya rêveber di partiyê de axivî û salvegera damezrandina partiyê li beşdaran pîrozkir, bi taybet li şehîdên qehreman yên ku bi saya wan li hember teroriya DAIŞ’ê sekinîn ku hemû welatên cîhanê nikarîbûn têk bibin.

Sarûxan destnîşan kir ku mebesta wan tune ku şerê rêjîmê bikin, lê daxwaza diyalog û danûstandinê heye, lê têgeha rêjîmê ew e ku vegere berî sala 2011an û ew wê xewn bimînin, ji ber ku projeya neteweya demokratîk kilîta çareseriya aloziya Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî ye.

Her wiha Sarûxan îşaret kir li ser siyaseta dewleta Tirk a faşîst a ku li dijî azadiya jinan şer dike, ji ber ku pergala dad û pêşveçûnê baş dizane ku azadiya jinê azadiya civakê ye, Sarûxan bi taybet behsa Hêzên Parastina jinê YPJ kir, yên ku di şere li dijî DAIŞ’ê de di dema êrîşên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, nemaze Kobanî roleke girîg kir, û ew li pêş bûn û gelek şehîd dan û bi lehengî şer kirin û fedakarîyên mezin kirin, ji ber vê yekê pergala Tirkiyê ya faşîst li dijî jinan radibe di riya ol de.

Di dawiya axaftina xwe de Sarûxan wiha gat: Divê her kes têkoşînê bike, û salvegera damezrandina partiyê bibe destpêka rêxistina civakê.

 

Back to top button