ManşêtNûçe

​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Xebatên jinûve avakirinê ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞ’ê girîng e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi boneya salvegera duyemîn a tunekirina DAIŞ’ê li bajarokê Baxozê ku baregeha dawî di destê wê de mabû peyamek li ser tiwîttera xwe parve kir.

Peyaman Mezlûm Ebdî wiha ye:

“Em lehengiya QSD û Koalîsyona ku 2 sal berê li Baxozê li dijî DAIŞ’ê şer kir, bi bîr tînin. Lê şer neqediyaye, xebatên jinûve avakirinê ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞ’ê girîng e.

Serkeftin gava yekemîn bû, paşê jinûve avakirina civaka me, zêdekirina piştgiriya navneteweyî ji bo Rojava ye.”

ANHA

Back to top button