ManşêtNûçe

​​​​​​​Binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê li gel bêndengiya şermînî ya cîhan pêk tên

Meclisa Kantona Efrînê  daxuyaniyek li Kampa Vegerê ya gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrawa da. Meclisê binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê eşkere kirin, her wiha şêniyan pankartên “Ey dagirker ji xaka bav û kalên me derkeve, dê Efrîn her tim qibleya me be” hildan.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo daxuyanî bi kurdî û endama meclisê Xatûn Siltan bi erebî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Tevahî cîhan di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe, her wiha ragihandina rewşa awarte û banga NY’yê ya helwesteke mirovî ya yek û rawestandina tevahî şerên li herêmên germ da ku li hember pandemiya Koronavîrusê bisekinin, lê hê jî dewleta Tirk tevî bangên rawestandina şeran di dijminatî û kiryarên hovane li dijî gelê Kurd de bi israr e. Li gel metirsiyên gel bi sedema berbelavbûna Koronavîursê, ji aliyekî ve gefan li gelê Efrînê yên neçarî koçberiya li herêmên Şehbayê bûne û bi mirinê re rû bi rû ne.

Ji aliyekî din ve jî gundên Şehbayê topbaran dike û komkujiyan pêk tîne, komkujiya dawiyê jî Aqîbê û Til Rifet bû, ji aliyekî din ve jî şêniyên Efrînê yên li hundirê Efrînê azarên hovane mîna kuştin, talankirin û dizîn dikişînin. Her wiha di vê dawiyê de çeteyên bi zanebûn kalemêrek kuştin, bi hedefa guhartina demografîk ziman û çanda tirkî li ser şêniyên Efrînê ferz dike, bi dehan perestgehên Êzidî hilweşandin û ola Îslamî li wan ferz dike.

Her kes dizane ku rêjeya kurd li Efrînê beriya dagirkirinê ji hêla Tirkiyê ve nêzî ji sedî 97 bû, lê digel dagirkirinê de rêje ji sedî kêmtirî 25 e.

Ev tevahî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li gel bêndengiya şermînî ya cîhan û saziyên wê yên hiqûqî pêk tên.

Efrîna aştî ku bi ewlehî û biratiya gelan navdar bûn û dergûşa tevahî kesên ji azarên şer dikişandin bû lê îro jî bû cihên bi sedean komên çete ku Tirkiyê ew ji tevahî cîhanê anîne, her wiha bi sedema nakokî û şerên li ser diziya mal û milkên şêniyan gelê sivîl dibe qurban.

Em wek Meclisa kantona Efrînê dibînin ku bêdengiya navneteweyî der barên kiryarên Erdogan û çeteyên wî li Efrînê de cihê gûmanê ne, lê divêyabû ku parastina tevahî pêkhateyan ji kiryar, qirkirinê bikira û Erdogan weke sûcdarê şer bihata darizandin, her wiha divê zext li dewleta Tirk bê kirin dagirkeriyê bi dawî bike, tevahî hêzên xwe ji Efrînê vekişîne û şêniyên Efrînê bi ewlehî vegerin warên xwe.”

ANHA

Back to top button