ManşêtNûçe

​​​​​​​Annick Samouelian: Divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin

Biryara Dadgeha Îstînafê ya Belçîkayê ya sala 2019’an ku PKK nikare wek “rêxistina terorê” bê dîtin û di vê çarçoveyê de darizandinek nikare bê kirin, ji aliyê dadgeha temyîzê ve jî hat qebûlkirin.

Piştî vê biryarê, li parlamentoya Brîtanyayê jî li ser derxistina PKK’ê ji nava ‘lîsteya terorê’ nîqaş çêbûn. Gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar jî destekê didin nîqaşa dawî ya li ser derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’.

Hevserokê  Komeleya Piştgirî û Azadiyê Annick Samouelian diyar kir ku girtina PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ de îşkenceyeke li dijî gelê Kurd e.

Annick Samouelian destnîşan kir ku bi girtina PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ de dixwazin gelê Kurd bê tepisandin û got: “PKK tevgereke berxwedanê ye ku ji bo parastina gelê Kurd ji hovîtiya dewleta Tirk, derketiye holê. Heke PKK wek rêxistineke terorîst bê binavkirin, ev înkarkirina bi milyonan kesan e kul i dijî terora dewletê tê dikoşin. PKK hemû çînên civaka Kurd derbas dike û projeyeke siyasî ya nû li ser esasê nirxên me yên mirovahiyê pêşkêş dike. Tevî bêdengiya civaka navneteweyî jî divê li hemberî vê pêkanîna neheq kes bê deng nemîne.”

Annick Samouelian îşaret pê kir ku PKK li Ewropayê tu kiryarên tundiyê nekirine, berevajî wê, sembola têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye û diyar kir ku PKK’ê bi hêza xwe ya leşkerî bi hezaran êzidî ji qirkirinê xelas kirine û wiha axivî: “Heman hêzan li Kobanê, Mexmûr û Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer kir. Bi hezaran şervanên jin û mêr ji bo parastina azadiya me şehîd ketine.   PKK’ê li Fransayê tu êriş pêk neanîn lê DAIŞ’ê kirine û dewleta Tirk di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê 3 jinên Kurd ên milîtanên aştiyê qetil kirin. Lewma nabe ku PKK li Fransa û Ewropayê di lîsteyê de bimîne.”

‘NY BERPIRSYARIYA XWE BI CIH NAYNE’

Annick Samouelian qala hewldanên ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ya Ewropayê kir û got: “Koma parlamenteran ku ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê (APPG) hat avakirin, di parlamentoya Brîtanyayê de pirsgirêk bi awayekî têgînî da nîqaşkirin. Pirs ev e; Yekitiya Ewropayê (YE) bi kîjan pênaseyê PKK’ê wek ‘rêxistineke terorîst’ dibîne? Lê belê li qada navneteweyî bi giştî çarçoveyek an jî nêzîkatiyeke teqez a “terorê” nîn e. Heta NeteweyênYekbûyî (NY) jî nikare vê pênaseyê zelal bike. Bi giştî tundiya zêde wek ‘terorîzm’ dibîne. Ne hiqûqî û ne jî mirovî ye ku PKK di vê “lîsteya reş” de bibine.”

Annick Samouelian got: “Dewleta Tirk kes û rêxistinên ku otorîteya wê yan jî sîstema yekperest a dewletê nîqaş dikin an jî qebûl nakin, wek ‘terorîst’ dibîne û bi vî rengî ji xwe re rêyeke guncaw dibîne ku pê êrişên xwe yên li dijî mafên bingehîn mafdar nîşan bide.”

‘DEWLETA TIRK SÛCÊN XWE REWA DIKE’

Têkildarî hewldana dewleta Tirk a rewakirina sûcên xwe, Annick Samouelian wiha axivî: “Heke îro PKK di ‘lîsteya rêxistinên terorê’ de ye, dewleta Tirk ji bo ku gelekî xwedî dîrokeke bi hezaran salî tesfiye bike, dikare gelek çekan bide rêxistinekê û dizane ew ê neyê cezakirin. Di biryara dadgeha gelan a Adara 2018’an de jî ku pêşkêşî YE’yê hate kirin, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wek şexsekî berpirsyarê şer û sûcên dewletê yên li rojhilatê Anatolyayê hate dîtin.”

Annick Samouelian bal kişand ser helwesta saziyên navneteweyî û Fransayê û got: “Di biryara Dîwana Edaletê ya YE’yê ya 15’ê Mijdara 2018’an a bi hejmara T-316/14’an de hate diyarkirin ku divê PKK ne di ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ de be. Ev biryar ji bo hemû welatên YE’yê derbasdar e. Hikumeta Fransayê îro vê biryarê pêk nayne û di bi navê ‘qanûna antîterorê’ krîmînalîzekirina penaberên Kurd û komeleyên Kurdan didomîne.”

‘EWROPA LI SER GELÊ KURD BAZARÊ DIKE’

Annick Samouelian xuya kir ku Fransa û welatên YE’yê gelê Kurd wek amûrekê bi kar tînin û ev tespît kir: “Gelê Kurd di bazarên dîplomatîk ên li gel dewleta Tirk de her tim ji bo bendewariyên siyasî, berjewendiyên aborî û jeostratejîk bûye qurbanî.

Samouelian diyar kir ku dewleta Tirk karta xwe ya penaberiyê li dijî Ewropayê bi kar tîne û got: “Civaka navneteweyî ji mêj ve mafên gelê Kurd ên siyasî, civakî û çandî ditepisîne. Gelê Kurd tevî ku 40 sal e li çareseriyeke demokratîk û aştiyane digere jî, mexdûr dibe. Hemû welatên ku Peymana Sevrê îmze kiriye û ji vê rewşê berpirsyar in.”

Annick Samouelian got dewleta Tirk dest ji polîtîkayên xwe yên berfirehbûnê yên li Rojhilata Navîn bernade û anî ziman ku PKK li dijî Iraq, Îran û Sûriyê jî tê dikoşe û wiha pê de çû: “Li Rojhilata Navîn di warê aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan de li dijî rêveberiyên despotîk û tarî tekane muxatab PKK ye.”

Samouelian diyar kir ku gelê Kurd ne tenê herêmê diparêze, di heman demê de ewlehiya gelan, jiyana demokratîk û azadiyên bingehîn diparêze.

‘BÊYÎ PKK’Ê PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE’

Annick Samouelian got bêyî PKK’ê pirsgirêka Kurd çareser nabe û wiha axivî: “Bi vî şerê li dijî PKK’ê çareserî ne pêkan e. Birêz Abdullah Ocalan di peyama xwe ya Newroza 2013’an de vîna çareseriya demokratîk û aştiyane careke din nîşan da. Di çarçoveya Peymana Cinêvê de PKK tu carî li dijî diyaloga ji bo çareseriyê derneket. Fransa û welatên Yekitiya Ewropayê berxwedana gelê Kurd wek terorîzmê dibînin û diwêrin li ser maseya çareseriyê rûnenên û bi gotina ‘bi terorîstan re muzakere nabe’ vî şerê bêhiqûq bidomînin.”

Samouelian diyar kir ku dem hatiye PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin û got: “Heke civata navneteweyî PKK’ê ji lîsteya     ‘rêxistinên terorê’ derxe, wê demê dewleta Tirk neçar dimîne ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî û aştiyane çareser bike û berpirsyariya siyasî ya qirkirina Kurdan jî bigire ser xwe.”

‘DEWLETÊN ROJAVA DURÛ NE’

Samouelian got: “Heke PKK rêxistineke ‘terorîst’ e, wê demê hûn koalîsyona bi navê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ku Fransa jî di nav de, çawa şîrove dikin? Ma hêzên Fransayê li gel YPG û PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer nekir? Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek caran Tirkiye mehkûm kiriye ku hurmetê li mafên mirovan ên bingehîn nagire. Bi hezaran girtiyên siyasî dîlên vê sîstema durû ne. Ev rewş jî wek navgîneke zexta li ser Kurdên li Fransa û Ewropayê dijîn, tê bikaranîn.”

‘DOZA OLOF PALME SIYASÎ YE’

Annick Samouelian destnîşan kir ku doza Olof Palme dozeke siyasî ye û got: “Divê NY di mijara mafên mirovan û sûcên li dijî mirovahiyê de duristtir be. Hiqûqa navneteweyî divê li gorî daxwazên dewletan neguhere. Divê hemû welatên ku kirdeyên Peymana Cinêvê ne, jê re rêzdar bin. Ew alî mecbûr in ku zorê li Tirkiyê bikin da ku hewcedariyên hiqûqa navneteweyî pêk bîne.”

Annick Samouelian nirxandina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Mîna ku di kampanyaya ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ de hatiye ragihandin, berxwedana gelê Kurd me hemûyan eleqedar dike. Em deyndarê wan in û ji bo gelê Kurd di nava aştiyê de bijî, divê em PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ derxin.”

ANHA

Back to top button