Parlementerên Koma Dostaniya Kurdan li Parlementoya Ewropayê têkildarî komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi rêya balafirên SÎHA’yê pêktîne, li parlemenê daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin: ”Tirkiye qanûnên navnetewî binpê dike û ev êriş gef li Ewropa jî dixwe.
Divê saziyên Ewropa bikevin tevgerê.”
Parlementerên Koma Dostaniya Kurdan li Parlementoya Ewropayê li hemberî êrişên bi bi balafirên bê mirov û biçek (SÎHA) ên li dijî Kurdan daxuyaniya çapemeniyê dan.
Françoîs Alfonsî (Partiya Keskan a Ewropayê), Andreas Schîeder (Partiya Sosyalîstên EWropayê), Nîkolaj Vîllûmsen (Çepgiriya Yekgirtî ya Ewropayê) û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Fransayê Xalid Îsa tevlî civîna li Parlementoya Ewropayê bûn.
Îsa: 29 caran bi SÎHA’yan êriş hate kirin
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Fransayê Xalid Îsa xwe spart daxuyaniyên fermî yên Fermandariya QSD’ê û diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 2019’an û vir ve li ser sînorê Rojava 32 caran bi çekên giran û 29 caran jî bi ÎHA û SÎHA’yan êriş kirine. îsa got “Di van êrişand e 185 şervanên QSD’ê şehîd bûne, 13 şervan jî birîndar bûne. Di van êrişan de 17 kesên sivîl jî hatine kuştin. Ev êriş bêtir li rojavayê Girê Spî, derdora Rêya M-4, derdora Zergan û Til Temirê hatiye kirin.”
Alfonsî: êrîşên Tirkiye ji bo Ewropa jî gef e
Parlementer Françoîs Alfonsî jî diyar kir ku artêşa Tirk û desthilatdariya heyî Sûriye, Rojava, Iraq û Şengal di serî de dixwaze hemû qadên Kurdan dagir bike û got “Ev êrişên dewleta Tirk ji bo Ewropayê jî gefeke mezin. Divê Ewropa dawî li vê pêvajoyê bîne. Divê Ewropa bi lezgînî zextên ekonomîk û dîplomatîk bide destpêkirin.”
Schîeder: Tirkiye qanûnên navnetewî binpê dike
Andreas Schîeder jî diyar kir wekî li Efrînê paqijiya etnîk tê kirin û got “Tirkiye qanûnên navneteweyî bin pê dike û sûcên şer dike. Bi vî tiştî re mirov ji neçarî koç dikin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê li hemberî Tirkiyeyê tevdîr were stendin.”