Îro pênşemî 13’ê Cotmeha 2022 Yekîtiya Ragihandina Azad şehîdên rojnamevanên ku di dema şopandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne bi bîr anî, bi beşdariya gelek xebatkarên ragihandinê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û Hêzên Parastina Jin YPJ, li goristana şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre çendîn gotin hatin pêşkêşkirin, li ser navê malbatên şehîdan û li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad jî axaftin hatin kirin.
Di hemû gotinan de hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn, sersaxî ji malbat û hevalên wan re hate xwestin.
Gotinan wiha berdewam kir: “Rola ragihandinê di her şoreşekê de ji rola şervanan li eniyên şer ne kêmtir e û tevî bêdengiya navdewletî û cîhanî li hember êrîş û tawanên Tirkiyê û komên wê yên çete, lê ragihandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîbû dengê gelê xwe bigihîne hemû cîhanê.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku medyakar ji ber rola xwe ya pêşeng di gihandina dengê civaka xwe û berxwedana gelê xwe de bi hemû bawerî ji cîhanê re û eşkerekirina sûc û binpêkirinan Tirkiye û çeteyên wê hedefa yekemîn a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.
Merasîma bîranînê bi danîna gulan li ser gorên şehîdan bi dawî bû.