DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji raya giştî re

Bi xemgînî û xemeke mezin me nûçeya mirina bi dehan Kurdên Rojava ku piraniya wan ji Kobanê ne, di binavbûna keştiyeke ku ew ji Cezayîrê vediguhezîne welatên Ewropayê, wergirtin, em ji malbatên wan re ji ber zirarê ku hatine serê wan sersaxiyê dixwazin.

Koçberî yek ji rêbazên hevpar ên dijminên gelê Kurd bi sedsalan bû, ji koçberiyê tiştê ku bi komkujî, kuştin û bi zorê bû yan jî bi tengkirina rêyên jiyanê û jiyana birûmet û birêxistinkirina çeteyên qaçaxçiya mirovan bû, armanca van hemûyan ew e ku ax ji niştecihên wê yên resen vala bikin û bi cihkirina kesên ku dijmin wan tînin bi endezyariyeke demografiya sîstematîk ku daxwazên dijminên gelê Kurd di afirandina civak û jîngeheke li gorî daxwaz û planên rejîmên desthilatdar bicih tîne.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, faşîzma Tirkiyê kampên penaberan li ser sînorê Sûriyê ava kir û koçberî û penaberiyê ber bi axa xwe ve teşwîq kir, bi armanca xerab valakirina herêmê ji xelkê wê ji bo bicihkirina komên terorîst û malbatên wan bi hinceta vegera penaberên welatê Sûriyê, ev plana ku hîna jî pêgirê wê ye û me li hemû herêmên ku faşîzma Tirk dagir kiriye dîtiye û hîna jî qaçaxçîtiya sîstematîk a li ser sînor dike.

Faşîzma Tirk ji tiştên ku li herêmên ku dagir kiriye têr nebû, lê hemû herêm ji şerê wê xelas nebûne, Tevî ku du peymanên agirbestê bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kir ew her roj hemû herêmên Rojava bombebaran dike, û armanc wê terorkirina xelkê û mehrûmkirina wan ji aramiyê li gund û bajarên wan e, da ku wan neçarî koçberiyê bikin, û bi vê yekê ranewestiya, lê belê bi hemahengî ligel rêjîma Sûriyê û hevkarên wê, hemû şêweyên dorpêçkirina li ser Rojava pêk anî, bi armanca tengkirina debara jiyanê heta radeyekê ku xelkê ji madeyên pêwîst ji bo jiyanê bêpar bike, di nav de xwarin û materyalên avahiyê, herwiha alozian diafirîne da ku herêm nebe şahidê veberhênanên ku derfetên kar û hilberînê ji xelkê re peyda dike.

Dijminên Kurdan bi vê yekê razî nebûn, lê bi riya îstîxbaratên xwe komên çete jî ji bo bazirganiya mirovan organîze kirin û di berdêla gihandina wan bo Ewropayê de çi ji pere û milkên xelkê mane talan kirin, ev çete nêçîra xwe yan bi bejahî dişînin, di serma û birçîna de dimirin, yan jî di kamyonan de bi xeniqandinê dimirin, an jî wan li ser keştiyên mirinê li ser behrê datînin, û encama wê yan cenazeyên zarokên mîna Alan Kobanî, yan jî bi dehan cised in, wek bûyera dawî ya Cezayîrê, di her rewşê de, dijmin an bi mirinê an jî bi gihîştina welatê xerîbiyê ku li wir windabû û dihelin, ji wan xilas bûne.

Em di Partiya Yekîtiya Demokratîk de di wê baweriyê de ne ku her kesê dev ji ax û warê xwe berde, çi bi kiryareke kesekî hatiya kirin be, çi bi kiryarên dijminên gelê Kurd be, çi bi çavbirçîtiya ji bo şert û mercên baştir be, dibe mîna giyayekî ku ji koka xwe hatiye rakirin, Ji bo ku ji ber bayên dijwar biqewime, ew ê di navbera civakek ne ya wî û axa ku ne ya wî de ye, di nav çarenûsek nediyar de bixeniqe. Yê ku windaker e, em, gelê me û welatê me ne, bê şik kesên ku xeniqîne kur û gelê me ne û windakirina wan ji bo gelê me xisareke mezin e, Ji ber vê yekê em bang li ciwanên xwe dikin ku dev ji axa xwe û civaka xwe bernedin û ji bo avakirina welatê xwe bixebitin û neyên xapandin ji bo ku nebin nêçîra bazirganên mirovan. Em xwe û malbatên wan bi vê birîna bi êş sersaxî dixwazin, em soz didin wan ku ji bo rê li ber van bûyeran bigirin, bi têkoşîna li dijî van çeteyên ku ciwanên me xapandin û di rêyên koçberiyê de ber bi mirinê ve birin, em ê her tiştî bikin û em ji wan re sebrê dixwazin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk

Back to top button