ManşêtNûçe

Greva Îklîmê ya Swîsreyê: Li hemberî êrîşên Tirkiyê tê xwestin ku qada hewayî were qedexekirin

Greva Îklîmê ya Swîsreyê (Klîmasterîk Schweîz) diyar kir 10 sal in gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demokrasiya xwe, azadiya jinê û nirxên sosyal ên ekolojiyê ji xwe re kirine esas û xwe bi rê ve dibin.

Greva Îklîmê ya Swîsreyê got “Ji destpêkê ve destkeftiyên Şoreşa Rojava di bin gefan de ye.  Rojava berê li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe da lê îro Tirkiye êrîşên dagirker dibe ser wê. Li ser herêmê boykoteke ekonomîk jî heye.

Êrîşên li ser Rojava ji bo gelê sivîl encamên xetere ava dike. Di 18’ê Tebaxê de dewleta Tirk bi wesayîtên hewayî yên bêmirov li navendeke perwerdehiyê ya zarokên keç da û 5 zarok hatin qetilkirin.

DYE ev êrîş şermezar kir lê di heman demê e xwedî serweriya hewayî ye jî û destûrê dide van êrîşan. Li hemberî van êrîşan tê xwestin ku qada hewayî ya Rojava were qedexekirin. Em jî piştgiriyê didin vê daxwazê.”

ANF

Back to top button