GotarManşêt

Xwe dikin mirovhez û dijî vê azadiya me ne

Biradost Mîtanî

Em zanin ku desthilatdar û kapîtalîzman siyaset kirine bercewendî . Mafên mirovan û çarenûsa gelan li cem wan bûne bazarên kirîn û firotinê û îro ti dewlet ,ta Encûmena Ewlekariya Navdewletî û Rêxistina Netewên Yekbûyî jî ketine wê çarçoveyê de û guh nadin dozên gelên bindest û ji mirovahiyê re nakin.

Îro li Rojavayê Kurdistanê bi saya Berxwedêr,dilsoz û pakrewanan netew bigiştî û gelê Kurd bi taybet azad bûne û Rêvebiriyek Xweser bo xwe ava kirine .

Rêjîmên dagirker xwestin ku roniya vê azadiyê kor bikin û îro jî rêjîma Tirkiyê dibêje mîna Efrîn,Girê spî û Serê kaniyê- Yên di riya Rosiyê û Tiramp re dagir kirye – Emerîka nahêle ez deverên mayî jî ji Rojava dagir bikim û rêjîma Sûriyê ya baweriyê bi mafê gelê Kurd nayine û bi Rêvebiriya Xweser re nakeve guftûgoyan de ,bi mehneya ku Emerîka li Herêmê ye û têkiliyên HSD pê re hene .

Hêzên tûndirew yên mîna Daiş xwestin ku herêmê talan bikin. YPG ,YPJ û HSD herêm di riwên wan de parastin û bi hevgirtin ,rêxistin û mêraniya xwe bûne egerên ku (73) dewlet bi navê Hevpeymana Navdewletî hêviyên xwe di tekoşîna wan de dijî Daişê bibînin û têkiliyan bi wan re vekin û her du alî alîkarî hev bikin . Bi wî awayî aramncên wan Hêzên leşkerî yên Rêvebiriya me ya Xweser ên mirovahî û bercewendiyên wan dewletan ên ku bi serokatiya Emerîkayê ne , di wî warî de bûn yek .

Ew têkilî ketine cihê nerazîbûn û dijminatiya Rêjîmên dagirkerên Kurdistanê de û hezar carî mixabin wilo nerazîbûna rêxistinên ku xwe dikine yên mirovahî  ,bi taybet ên komonîst û wilo oldarine misilman de jî ,yên ku di wê bîrdoziya xwe de dibine alîgirên çanda nejadperset ,desthilatdar û şovînîziman û bîrdoziyên yeknetew de,lewra siyasetek çewt dijî azadiya Kurdan ava dikin û wan tewane dikin bi hevalbendên Emerîkayê û hemû kes zane ku ne Rêvebiriya Xweser û ne gelê Kurd Emerîka aniye herêmê û ne ew wê li herêmê dihêlin. Ji ber wilo ew hemû aliyên xirab di bara mafê gelê Kurd de siyasetê dipirçiqînin û dibêjin kurd hevalên Emerîkayê ne ,lewra di Sûriyê de rikber û rêjîm û rêjîma Tirkiyê Rêvebiriya Xweser ji guftûgoyan dûr dikin û ew hemû ji xwe re dikin merc ku kurd destên xwe ji Emerîkayê dive bikişînin ,bêyî ku tu çareserî û stratîciya demuqratîxwaz û biratiya gelan bi wan re hebe û ya dilêş ew e ku rêxistin û partiyên xwe dikin xwediyên rêbaz û dirûşmên mirovhahiyê ,ketin bin bandora çanda wan de û weje wan helwestên xirab ji vê azadiya ku Kurdan henekî bi dest xistiye ,digirin û Emerîkayê dikin mehneya wan helwestên xwe yên dijî vê azadiya me .

Em zanin ku ew alî wilo dibêjin ji bo ku Kurd bi tena xwe bimînin û heger ku Emerîka here wê xwe dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bikin yek . Wê rêjîmên dagirkerên Kurdistanê û nejadpereset hewil bidin ku ava serê netewa Kurd a azadîxwaz bikelînin û wan mîna hovan dabelînin. Lê em bi hêvî ne ku me hêz û siyaseta xwe rast ava kiriye ku em li ber xwe bidin ,ta ku piştî Emerîkayê xwe ji herêmê vekişîne jî .
Lewra em dibêjin ev siyaseta ku henek ji aliyên xwe dikin çep û sosiyalîst û oldar ve li herêmê dimeşînin û çandeyek neavaker girtine ,ne di xizmeta gelan û çareseriya aloziyên ku hey de ne .

Mesela ku komîta bi navê destûra Sûriyê û civînên bi navê rikberê û rêjîmê de, ew aliyên nexêrxwaz tev mehneya têkiliyên HSD û MSD bi Emerîkan re dikin û wan ji nav wan gotûbêjan dûr dikin û dikine sûncê HSD û MSD . Ev gotin ne rast e û tu nanî nade doza gelan û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re û nade demuqratiyê jî ,ji ber hişmendiya wan xirab e,lewra wan mehneyan dikin û li benda çûna Hevpeymana Navdewletî û Emerîkayê ne ku vê azadiya Kurdan ya henekî çêbiwî li Başûr û Rojava tine bikin.

Bi dawî : Xwezî me dîtîbane ku gotar , gotin û siyaseta van aliyên ku xwe dikin çep ,sosiyalîst ,oldar û yan Komonîst neketibana xizmeta rêjîmên diktator û desthilatdar de . Xwezî ew li xêra gelê Kurd û mirovahiyê bane . Ne go siyaset û çanda wan a dijî Emerîkayê û Impiriyalîstê , me û azadiya me ya çêbiwî bi keda kurdperwer ,dilsoz ,mirov û pakrewanên , di agirê wê bîrdoziya xwe de bişewitînin.

Back to top button