ManşêtNûçeSûriya

Li Efrîna dagirkirî 2 şênî hatin revandin û 129 dar hatin birîn

Çeteyên Polîsa Leşkerî 7`ê Adarê welatiyê bi navê Ehmed Îbrahîm Henan ji gundê Badîna yê navçeya Recoyê û welatiyê bi navê Rêzan Şêx Mihemed  ji gundê Yelanqûzê yê navçeya Cindirêsê ber bi cihekî ne diyar ve revandin û her weha li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dan, kesên di çarçoveya guhertina demgorafî li Efrînê hatine bicihkirin de, 16 darên zeytûnan û 5 darên guzan ên mezin ên welatiyê bi navê Mihyedîn Xelîl hatin birîn. Çavkaniyan diyar kir ku darên hatine birîn li ser rêya navçeya Cindirêsê nêzî gundê Kanî Gawirk ne.

Çavkaniyan dane zanîn ku li gundê Xelnêrê jî 12 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Îmad Hesen û 60 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Ehmed Bental ji kokê ve hatin birîn.

Li gorî çavkaniyan, li gundê Qestel Miqdad ê navçeya Şerayê jî 29 darên zeytûnan û 7 darên bihîvan ên welatiyê bi navê Ehmed Omer hatin birîn.

 

Back to top button