
Duh, Yekşemê, Têkiliyên Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civînek ji jinên êlên Ereb li navçeya Şedadê lidar xist, tê de behsa rola jinên Ereb di nava eşîran de û pêşxistina wan kirin.
Berdevka meclisa Jinan di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de Zehra Samo dest bi civînê kir û behsa çawaniya yekrêziya jinan di nav êlên Ereban de û çawaniya guhertina zihniyeta baviksalarî ya mêran û çawaniya belavkirina hişmendiya civakê kir.
Semo bal kişand li ser şoreşa jinê ya li Rojava û tevî gihiştina wê di vê astê de lê hîna jî rastî kuştinê tê
Samo her wiha bal kişand ser xurtkirina têkoşîna hizbî ya ji bo rizgarkirina jinan ji dozên îşkence û kuştinê yên rastî wan tên.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk “Zehra Samo” di dawiya civînê de deriyê nîqaşê ji amadebûyan re vekir û nêrînên wan derbarê tiştên ku di civînê de derketine werbigire.