ÇalakîManşêtNûçe

Konseya Federal a Swîsreyê: Tecrîd kiryareke dermirovî ye

Parlamenterên Parlamentoya Federal a Swîsreyê di 15’ê Adara 2024’an de têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo û derbarê berpirsyariyên Swîsreyê, pêşnûpirsek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kirin.
Konseya Federal a Swîsreyê bersiva pêşnûmepirsê da û got: “Tecrîd muameleyeke dermirovî û biçûkxistinê ye. Divê Tirkiye berpirsyariyên xwe bicîh bîne.”

Konseya Federal a Swîsreyê bersiva pêşnûmepirsa têkildarî tecrîda Îmraliyê da û got:

“Tecrîd muameleyeke dermirovî û biçûkxistinê ye, heta weke êşkenceyekê dikare bê dîtin.

Ji ber vê Swîsre berpirsyariyên Tirkiyê li bîra wê dixe.”

Li dijî tecrîdê betek zêde dibin

Dewleta Tirk a dagirker ku tecrîdeke mûtlaq daniye ser Rêber Apo bi tu awayî rê nade ku ne malbat ne jî parêze bi wî re hevdîtin bike.

Lewma li dijî vê kiryarên dermirovî yên Tirkiyê gelek çalakî têne lidarxistin û bagan bidawî kirina tecrî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin.

Di vê Çarçoveyê de 15’ê Adara 2024’an têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo û derbarê berpirsyariyên Swîsreyê, pêşnûpirsek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin.

Pêşnûpirse bi pêşengiya Parlamentera Parlamentoya Federal a Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle, bi îmzeya hevpar a 12 parlamenteran hate amade kirin.

Konseya Federal a Swîsreyê: Tecrîd kiryareke dermirovî ye

Konseya Federal a Swîsreyê bersiva pêşnûmepirsê da.

Di pêşnûmeya ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Swîsreyê ve hate bersivandin de, hat gotin ku Swîsre weke parçeyekî berpirsyariya pêşî girtina li êşkenceyê, li seranserî cîhanê ji bo başkirina şert û mercên girtîbûnê hewldanê dike.

Wezaretê destnîşan kir ku li gorî saziyên mafên mirovan a navneteweyî, tecrîd dermivorî ye û rûmeta mirov biçûk dixe, heta dikare weke êşkenceyekê jî bê nirxandin.

Di dewama bersivê de ev tişt jî hat gotin:

“Swîsre piştgiriyê dide xebatên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê û Tirkiyeyê teşwîq dike ku raporan biweşîne û pêşniyarên wê pêk bîne.

Em bi awayekî rêkûpêk berpirsyariyên Tirkiyê yên têkildarî hurmet nîşandana mafên mirovan, hiqûqê û pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) jî li bîra wê dixe.

Ronahî

Back to top button