ManşêtNûçe

‎Birîndarên şer û malbatên şehîdan: Armanca Tirkiyê ji êrişan ‎demografiya herêmê biguhere

Komeleya Fecir Efrînê ya Birîndarên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi ‎daxuyaniyeke hevpar, sûcên dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên domdar ên li dijî Sûriye û ‎Iraqê şermezar kirin, her wiha banga qirtina qada hewayî ya herêmê kir. Daxuyanî li navçeya Ehresê hat dayîn.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê endamê rêveber ê Komeleya Fecir Efrînê Gîvara Şoreş û ‎endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Silêman ve hat xwendin. ‎

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Bi navê Komeleya Fecir Efrîn a Birîndarên Şer û ‎Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, sûc û binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk li dijî ‎Sûriye û dewletên herêmî yên cîran bi hincetên deraw di bin navê parastina ewlehiya ‎neteweyî û sînora xwe de, şermezar dikin. Her wiha dewleta Tirk herêmên ku dagir kirine ji ‎bo terorîzmê û serçeteyên xwe kir stargeheke ewle. Ji ber wê jî hemû idîayên wê deraw in û ‎armanc ji êrişên wan ên leşkerî ew e ku herêmên din dagir bike û ‎demografiya herêmê weke ku li Efrîn pêk tîne, biguhere.”‎

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di demên dawî de dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirin, bi taybet piştî di civîna Tehranê de bi bin ket. Her wiha bi wê re li Dihokê komkujiyek pêk anîn, hemwextî wê jî Kobanê kir armanc. Bi wê yekê tevahî mîsaqên parastina serweriya dewletan û welatiyan dikin, têk birin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi wê yekê nekir, lê belê erebeyek hêzên herêmê yên ji welatiyên herêmê ku li şûna cîhanê şerê rêxistineke terorîst a herî xeternak kiriye, hedef girt. Ev kiryar lixwemikurhatinên dewleta Tirk ên tolhildana DAIŞ’ê ne.

Birîndarên şer û Meclisa Malbatên Şehîdan bang li civata navneteweyî, tevahî rêxistinan, ‎aliyên cîhanî yên li dijî tundrawê, tevahî welatiyên herêmê û kesayetên siyasî yên serbixwe kir ‎ku sînorekê ji kiryarên dewleta Tirk re deynin. ‎

Bang li dewletên garantor hate kirin ku qada hewayî li ‎pêş balafirên dewleta Tirk bigirin da ku rê li ber komkujiyên nû ‎bigirin.

ANHA‎

Back to top button